Almanya: Sînordarkirina firotina çekan bo Tirkiyê dê bidome

06-05-2021
RÛDAW
Nîşan Almanya Heiko Maas Mevlut Çavuşoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas di civînek rojnamevanî ya hevbeş  ligel hevkarê xwe yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku Tirkiye hevalbendeke NATOyê girîng e, lê sînordarkirina firotina çekan dê bidome.

Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas li Berlînê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re konferansek hevpar ya çapemeniyê  li dar xist.

Maas di civîna çapemeniyê de bersiva pirsa, "Gelo dê Almanya di warê leşkerî de qedexeyên ku li ser Tirkiyê hatine danîn rake?" wiha da û got: “Tirkiye di nav NATOyê de hevalbendeke girîng e. Almanya her tim ev anî ziman û ev yek wê di siberojê de xwedî girîngiyek taybet be.”

Maas destnîşan kir ku Almanya dikare bi Tirkiyeyê re, bi taybetî jî wekî hevalbendên NATOyê, gelek baş hevkar be û got “Lê belê li Almanya di derheqê hinardekirina pîşesaziya parastinê de polîtîkayên sînordar yên berfireh hene û wê ev bên domandin."

Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu ji ber mêvanperweriya wî ya germ sipasiya Maas kir û got: "Ew ji ber berdewamiya diyaloga di navbera her du welatan de ligel pandemiyê kêfxweş in".

Çavuşoglu destnîşan kir ku bi saya piştgiriya Almanya di têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de nîqaşên erênî hene û got ku wan mijarên li qada navneteweyî ku hene wek Lîbyayê jî nîqaş kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst