Papayê Vatikan li Bulgaristanê bi penaberan re Rojava re civiya

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bulgaristanê papayê Vatîkanê Papa Franciscus li gel koçberên çend welatên Rojhilata Navîn civiya, koçberên Rojavayê Kurdistanê jî di nav wan de hebûn.

 

Papayê Vatîkanê Papa Franciscus serdana paytexta Bulgaristanê bajarê Sofyayê kir û di serdana xwe de li gel koçberên çend welatên Rojhilata Navîn de civiya, koçberên Rojavayê Kurdistanê jî di nav wan de hebûn, koçberên jin ên Rojavayê Kurdistanê daxwaz ji Papa kirin, ku diaya bike daku şer li Sûriyê û hemû cîhanê raweste.

 

Papayê Vatîkanê di dîdara xwe de li gel koçberan ragihand, ku ji ber koçber azar dibînin ew Xaça Mirovatiyê ne û daxwaz ji hikûmeta Bulgaristanê kir, ku rewşa koçberan xweş bike û pêwîstiyan ji wan re bi tevahî peyda bike. Hevdem Koçberên Kurdên Rojava jî ji miameleya berpirsên Bulgaristanê xweş bûn.

 

Li welatên Balkan wate Rojhilatê Ewropayê wek, Yûnan, Romanya, Hingariya, Serbiya û Bulgaristanê koçberên Rojhilata Navîn rûbirûyî miameleyek gelekî xerab ji aliyê hikûmetên wan welatan ve dibin, piraniya wan koçberan jî di kampên kêm xizmetguzarî de dijîn.