Trump, Cameron tengav kir

Navenda Nûçeyan – Serokwezîrê Birîtanya David Cameron helwesta xwe derbarê namzedê Partiya Komarî ya Amerîkayê Donald Trump guherand û ragihand: “Trump hêjayî rêzgirtinê ye.”

 

Serokwezîrê Birîtanya David Cameron duh rona pênşemî 5ê Gulanê di konfranseke rojnamevanî de rastî pirsyareke giran hat.

 

David Cameron ku pêştir gotinên sivik li hember namzedê Partiya Komarî ya Amerîka Donal Turmp bi kar anîbû û ji re gotibû sefêk, rastî vê pirsyarê hat, ku gelo di demekê de ku niha Trump namzedê sereke yê Komariyên Amerîka ye, ew amade ye daxwaza lêborînê li Turmp bike yan na?

 

Cameron di bersiva wê pirsyarê de bêyî ku daxwaza lêborînê bike,ragihand: “Her kesek bibe namzedê sereke ya partiya xwe bo serokatiya Amerîka, hêjayî rêzgirtinê ye. Turmp jî bi hemna şêweyî hêjayî rêzgirtinê ye, lê belê niha jî ez tekez dikim ku Trump ji daxwaza xwe ya bo rêgirtin ji çûna musilmanan bo welatê xwe şaş bû.”

 

Ew gotinên Cameron di demekê de ye, ku Donald Trump bûye tekane namzedê partiya Komarî bo hilbijartinên serokatiya Amerîkayê.

 

Turmp pêştir di kampaniya xwe ya bo hilbijartinên serokatiya Amerîkayê ragihandibû, ku eger ew bibe Serokê Amerîkayê, ew dê rê nede ku kesên musilman serdana Amerîkayê bikin. Herwiha Trump di kampaniyeke xwe de jineke musilman ji ber ku desmal li ser serê wê bû, ji nav kampaniya xwe kiribû derê.

 

Gotinên Trump û helwesta wî li hember musilmanna rastî nerazîbûneke berfireh him di navxweyê Amerîkayê d eû him jî li ser asta navdewletî hatin. Serokwezîrê Birîtanya David Cameron jî li hember gotinên Turm derheqê musilmanan de bertek nîşan dabû û gotibû, Turmp kesekê sefêk e (bê mejî ye).