Li Marsê deng hêdî ye

06-04-2022
RÛDAW
Nîşan Nasa Mars Deng
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Brêveberiya Feza û Hewavaniya Neteweyî ya Amerîkayê (NASA) bi wesayîta keşfê Perseverance li Marsê lêkolînan dike, di encamên van lêkolînan de hate diyarkirin ku deng li Marsê ji Cîhanê hêditir belav dibe.

Li gor lêkolîna ku di kovara Nature de hate weşandin de, hat diyarkirin, zanyar li ser dengên ku bi mîkrofonên li ser wesayîta keşfê Perseverance têne tomarkirin, lêkolînan dikin.

Di lêkolînê de hat ragihandin ku leza dengê li Marsê di her çirkeyekê de 100 metreyan ji ya Cîhanê hêdîtir e, her wiha hatiye diyarkirin ku li Marsê du lezên dengê yê cuda hene.

Lêkoleran dan xuyakirin ku li Marsê leza dengên bilind û nizm ji hev cuda ne û destnîşan kirin ku deng a bêhempa ya li gerestêrkê, ji ber zexta li ser rûyê erdê ya atmosferîk a kêm rû dide.

Wesayîta keşfê Perseverance ya ku di Laboratûara Jet a NASAyê ya li Californiyayê hat çêkirin û bi sotemeniya plutoniûmê tê xebitandin, piştî ku di 30ê Tîrmeha 2020an de dest bi rêwitiya xwe kir, di nava heft mehan de, di 18ê Sibata 2021an de daket Marsê.

NASAyê ji bo lêkolînan li ser rûyê Marsê bike di destpêkê de ji bo wesayîta keşfê Perseverance 2,4 milyar dolarên Amerîkî û ji bo sîstema ku bikaribe vene û dubare bixebite jî 300 milyon dolarên Amerîkî xerc kiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst