Stoltenberg li ser şerê Ukrayna-Rûsyayê hişyarî da

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê NATOyê ragihand Putin dixwaze Ukraynayê bi tevahî kontrol bike, lewra li gor Stoltenberg eger heye şerê Ukraynayê bi mehan an bi salan dirêj bike. Yunanê jî biryara derxistina 12 dîplomatkarên Rûsî da.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg îro berî civîna wezîrên derve yên NTAOyê, li ser şerê Rûsya û Ukraynayê hişyarî da, “Divê em praktîk bin. Dibe  ku şer bo demeke dirêj berdewam bike, bi mehan an bi salan.”

Jens Stoltenberg dibêje, “Divê em xwe bo demeke dirêj amade bikin, derbarê pêşkêşkirina alîkariyan bo Ukraynayê û sepandina cezayan bo ser Rûsyayê, herwiha divê em berevaniya xwe bihêz bikin. "

Roja çarşem û pêncşemê wezîrên derve yên NAuKTOyê li Bruksela paytexta Belçîkayê derbarê êrîşa Rûsya bo ser Ukraynayê dicivin û danîna cezayên zêde bo ser Rûsyayê gotûbêj dikin.

Yunan 12 diplomatkarên Rûsî diqewitîne

Hikûmeta Yunanê navê 12 diplomatkarên Rûsî ragihand ku li Balyozxaneya Rûsya ya li Yunanê kar dikin û got ku divê ew ji Yunanê derkevin.

Balyozxaneya Rûsî ya li Yunanê jî nerazîbûn nîşan da û got ku ev pêngava Yunanê ne di cih de ye û nayê qebûlkirin û tekez kir ku bê bersiv namîne.

Hikûmeta Yunanê berî niha êrîşa Rûsya bo ser Ukraynayê bi tundî şermezar kiribû, herwiha alîkariyên mirovî û leşkerî bo Ukraynayê şandibûn.

Duşema borî Almanya û Fransa jî biryar dabûn 75 diplomatkarên Rûsî biqewitînin, herwiha Îtalya, Spanya û Slovenya jî berî niha heman gav avêtibûn, ku bi giştî hejmara diplomatkarên Rûsî yên ku biryara derxistinê bo wan hatiye dayîn 200 kes in.