Serokê berê yê Katalonya bi kefalet hat berdan

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê berê yê Katalonya Carles Puigdemont, ku li Almanyayê hatibû desteserkirin, bi kefalet hat berdan.

 

Dadgeha bilind a Almanyayê biryar da, ku serokê berê yê herêma Katalonya ya Îspanyayê bi şêweyê kefalet azad bike.

 

Li gorî vê biryara dadgeha bilind a Almanyayê, Carles Puigdemont li hemberî 75 hezar Euro bi kefalet hatiye berdan.

 

Carles Puigdemont roja 25ê Adara îsal li Almanya hatibû desteserkirin. Hikûmeta Îspanyayê ji ber birêvebirina referanduma serxwebûna herêma Katalonya, biryara girtinê ji serokê berê yê wê herêmê Carles Puigdemont re derxistiye.

 

Parêzerê serokê berê yê herêma Katalonya pêştir ragihandibû, dema ku Carles Puigdemont dixwast ji Denmarkê ber bi Belcîkayê ve biçe, li Almanya ji aliyê hêzên ewlekariyê yên wî welatî ve hat desteserkirin.

 

Carles Puigdemont piştî ku di cotmeha sala bihorî de parlamentoya Katalonya biryara serxwebûna wê herêmê ji Îspanyayê ragihand, bi awayekê xwexwastî li Belcîkayê dijî.