Husî li Adenê pêşve diçin

 

Navenda Nûçeyan - Di şer û pevçûnên navbera çekdarên Hûsî û hêzên bergiriya millî yên alîgirên Serokê Yemenê Ebid Rebe Mensûr Hadî de, bi dehan kes hatin kuştin û şer hêj jî berdewame.

 

Li gorî çavkaniyên nûçeyan, 36 çekdarên Hûsî û 11 çekdarên bergiriya  millî di wî şerî de hatin kuştin û 5 welatiyên sivîl jî jiyana xwe ji dest dan û hejmarek jî birîndar bûn ku piraniya wan qurbaniyan li taxa Mela li bajarê Adenê bûn.

 

Tevî bombebarana balafirên hevpeymaniya erebî jî çekdarên Hûsî li bajêr pêşve çûne û çend navçe girtine.

 

Şerê Hûsiyan û hêzên bergiriya millî jî di demekê de derket ku çekdarên Hûsî ber bi navçeya mîna pêşve diçûn, lê piştî çend saetan ji şerekî giran, neçar man paşve bikişin bo navendên xwe yên leşkerî.

 

Bi sedema bombebarana balafiran bo ser avahiya televîzona Aden, weşana wê rawestiya.