Cem Ozdemir piştevaniya xwe bo Amedsporê nîşan da

06-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Çandinî û Xorakê yê Almanya Federal û kesayetiyê navdar ê Partiya Kesk Cem Ozdemir formayê Amedsporê li xwe kir û dibêje: “Ev êrîşa nîjadperest û tundiya fizîkî qet nayê qebûlkirin. Amedspor ne bi tenê ye.”

Wezîrê Çandinî û Xorakê yê Almanyayê Cem Ozdemir piştgirî da Amedspora ku li Bursayê rastî êrîşan hatibû. Ozdemir forma Amedsporê li xwe kir û peyameke piştgiriyê bi herdu zimanên Almanî û Tirkî li ser hesabê xwe yê twitterê belav kir.

Ozdemir dibêje: “Li Amedê ew çend tişt ji ber erdhejê qewimîn, lîstikvan û alîgirên klûba Kurd-Tirk Amedsporê rastî heqaret û êrîşên nîjadperest tên. Divê ev êrîşa nîjadperest û tundiya fizîkî ti carî neyê qebûlkirin. Amedspor ne bi tenê ye.”

Doh Yekşemê li parêzgeha Bursayê lîstika Bursaspor û Amesporê hebû û lîstikvan û alîgirên Bursasporê êrîşê lîstikvanên Amedsporê kiribûn û herwiha li stadyumê dirûşmên nîjadperestî hatibûn berzkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst