Galeriya wêneyan

06-03-2022
13 Photos
RÛDAW

Ev 11 roj e li Ukrayna şer berdewam e û hejmareke zêde ya xelkê Ukrayna jî ji ber şer, pevçûn û bombebaranan mal û warên xwe bicî hiştine.

Şerê Ukrayna û Rûsyayê bûye sedema trajediyeke mirovî, û xelkê sivîl ku mal û milkê xwe ji dest didin, di rewşeke zehmet de ne û jibilî giriyê tiştek ji destê wan nayê.

Artêşa Rûsyayê roja 24/02/2022 bi  fermana Vladimir Putin operasyoneke serbazî ya berfireh bo ser Ukraynayê da destpêkirin û operasyon îro dikeve roja 11an.

Li gor amarên Netewên Yekbûyî (NY) heta niha di şer û pevçûnên herdu aliyan de 351 welatiyên sivîl hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûne.

Her li gor amarên NYê hejmara kesên ku ji Ukrayna koçberî welatî cîran bûne zêdeyî milyonek û nîv e.

Wêne: AFP