Ukrayna 16 hezar serbazên xwebexş werdigre

06-03-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ukrayna di qonaxa yekem de 16 hezar serbazên xwebexş werdigre. Beşek kesên xwebexş li Kieva paytexta Ukraynayê ketine dorê daku navê xwe bo nav rêzên artêşê binivîsin. Ew dixwazin rajin çekan û dijî artêşa Rûsyayê şer bikin.

Ukrayna di şer de ye û hikûmet nahêle ew zilamên temenê wan di navbera 18 û 60 salî de ye welat bicîh bihêlin. Beşeke xelkê jî biryar dane her wek xwebexş çekê hilgirin.

Xwebexş Vyacheslav Radchenko dibêje: “Ev erkê min e. Dixwazim fêdeyeke min hebe. Dixwazim welatê xwe biparêzim. Dixwazim dijî wan şer bikim. Bi tenê li vê derê mame û dixwazim heta zûye malbata vegere Ukraynayê.”

Navnivîsandina xelkê di demekê de ye, roja 27ê meha borî û tenê sê roj piştî destpêkirina operasyona Rûsyayê, Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy peyamek belav kir û got, amade ne her kesekî bo nav rêzên artêşê werbigrin ku dijî Rûsyayê şer dike. Hikûmetê biryar daye di qonaxa yekem de 16 hezar xwebexşan werbigre.

Serbazê Brîtanya yê xwebexş Mark Ayres jî got: ““Ti xeyaleke min nîne û ti nerîneke min a romantîk bo şer nîne yan wiha bibêjim `dibin pêlewan` an cudahiyekê çêbikim. Lê ev ew tişt e ku dikim.”

Ne tenê Ukraynî ne yên ku berevaniyê li bajarên xwe dikin. John Sennett û Natasha ya hevjîna wî, welatiyên Amerîkî ne û li Kievê dijîn. Ew dibêjin amade ne rajin çekê û şer bikin, neku welat bicîh bihêlin ku dema çend salan e têde dijîn.

Welatiya Amerîkî Natasha jî got: “Tişta ez dizanim ew e ku eger çeka min hebe û şer nêzîk bibe, amade me şer bikim.

Welatiyê Amerîkî John jî dibêje: “Eger destê me bigihe çekan, belê şer dikin, belê.”

Piştî derketina şer li wî welatî û zêdebûna piştgiriya darayî ya welatên rojava bo Kievê, Ukraynayê biryar da mûçeyê her serbazekî artêşe xwe bike 3400 dolar, ev di demekê de ye berî destpêkirina şer mûçe ne zêdeyî 800 dolaran bû.

Nêzîka 270 hezar serbazên Ukraynayê hene, lê hikûmet dibêje, dirêjbûna şer û berfirehbûna êrîşên Rûsyayê tê wê wateyê ku pêdivî bi kesên zêdetir e bo nav rêzên artêşê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst