Putin: Bi şer be yan bi aştî, Rûsya dê bigihe armancên xwe

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro di pêwendiyeke telefonî de têkildarî êrîşa Rûsya bo ser Ukraynayê de axivîne û li gor daxuyaniya Koşka Elyseeyê, Putin ji Macron re gotiye, bi şer be yan bi aştiyê, Rûsya dê her bigihe armancên xwe.

Koşka Elysee, koşka Serokatiya Fransayê îro bi daxuyaniyekê aşkere kir ku serokê wî welatî Emmanuel Macron derbarê rewşa Ukrayanyê de pêwendiyeke telefonî ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin pêk aniye.

Li gor daxuyaniya Koşka Elyseeyê, herdu lîder zêdeyî 1 demjimê û 45 xûlekan axivîne û rewşa Ukraynayê gotûbêj kirine.

Serokatiya Fransayê ragihandiye, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ji serok Macron re gotiye, bi şer be yan bi aştiyê, Rûsya dê her bigihe armancên xwe.

Putin herwiha ji Macron re gotiye, ti plana Rûsyayê nîne ku êrîşî santralên etomî yên Ukraynayê bike.

Êrîşa Rûsyayê bo ser Ukrayanyê îro Yekşembê 6ê Adara 2022an derbasî roja xwe ya 11an bû û hêzên Rûsyayê êrîşên xwe dijwartir kirine, lê belê Artêşa Ukraynayê jî bi hemû hêza xwe li ber xwe dide.

Li aliyekî din Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky îro hişyarî da ku Rûsya amadekariyan dike daku êrîşî bajarê Odessa bike ku dikeve ser peravên Deryaya Reş.

Zelensky herwiha dilgiraniya xwe ji helwsta welatên rojavayî û NATO nîşan da û got, Eger hûn firokeyên şer nedin me, ev tê wê wateyê ku hûn jî dixwazin em bên kuştin.

Ukrayna ew çend roj e daxwaz dike, NATO, Amerîka û welatên yekîtiya Ewropayê firokeyên şer bidin wan, lê wan aliyan tevan pêngaveke bi vî awayî red kirine.

Daxwazeke din a Ukraynayê jî ku qedexeya firînê li ser esmanê wê ye, ji aliyê NATO ve hatiye redkirin.