Nûnera Amerîkayê li NY: Cîhan ji keviya karesateke etomî vegeriya

06-03-2022
Mecîd Nizamedîn Gilî
Mecîd Nizamedîn Gilî
Civîneke Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê.
Civîneke Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê.
Nîşan Amerîka Linda Thomas-Greenfield Ukrayna Rûsya Karesata Etomî
A+ A-

New York (Rûdaw) - Nûnera Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê li Netewên Yekbûyî Linda Thomas-Greenfield dibêje, “Ji ber dilovaniya Xwedê, cîhan ji keviya karesateke etomî vegeriya”, wek amajeyekê bo êrîşa hêzên Rûsyayê bo ser santraleke etomî ya Ukraynayê ku beriya du rojan agir lê ketibû, lê paşê bêyî ti zirarekê hatibû kontrolkirin.

Êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê îro derbasî roja xwe ya 11an bû û berovajî texmîn û bendewariyên Rûsyayê, Ukraynî bi awayekî bihêz û bi can û dil berevaniyê li welatê xwe dikin.

Ji ber berxwedana bihêz a artêşa Ukraynayê û xelkê wî welatî, ew çend roj in pêşveçûnên Artêşa Rûsyayê li piraniya eniyên şer ên di nav axa Ukraynayê de sist bûye.

Amerîka û hevpeymanên wê dûr nabînin ku Putin serkêşiyên zêdetir bike, di vê çarçoveyê de û piştî êrîşa hêzên Rûsyayê bo ser santrala etomî ya Zaporijiya (Zaporizhshia) li başûrê Ukraynayê ku bû sedem bo dema çend demjimêran şewat li beşekeî santralê derkeve, Brîtanyayê bilez daxwaza civîneke Encûmena Asayişa Navdewletî kir.

Balyoza Brîtanya li Netewên Yekbûyî, Dame Barbara Woodward derbarê bûyerê de ragihand, “Me her duh şev bilez têkilî bi hevtayên xwe yên Rûs kir, daku zû êrîşên xwe rawestînin û piştrast bibin ku agir hatiye vemirandin û rewş hatiye kontrolkirin.”

Nûnera Îrelandayê di Netewên Yekbûyî de, Geraldine Byrne Nason diyar kir, “Ya îşev çê bû, cihê metirsiyê bû, piştî me dît êrîşa serbazî bo ser santrala etomî hat kirin. Ji ber wê wezîrê derve yê me daxwaza demildest ragirtina hemû çalakiyên serbazî li navçeyê kir.”

Ew navçeya Balyoza Îrelandayê behsa wê dike, santrala etomî ya Zaporijiya li başûrê Ukraynayê ye ku şeva Pêncşembê êrîşa serbazî li ser hat kirin û di encamê de agir li beşekî santralê ket, eger di santralê de teqînek çêbiba yan kûreya etomî biheliyaba, dê biba sedema karesateke mezin ku dê bandora wê heta sedan salên din jî maba.

Di civîna Encûmena Asayişa Navdewletî de, Nûnera Amerîkayê li Netewên Yekbûyî Linda Thomas-Greenfield ragihand, “Bi sedema dilovaniya Xwedê, cîhan ji ekviya karesateke etomî vegeriya. Pêwîst e Rûsya dest ji bikaranîna hêza leşkerî ya zêdetir berde daku wan 15 reaktorên etomî yên çalak li Ukrayanyê nexe metirsiyê.”

Rûsya dibêje, wan êrîşî santrala etomî ya Zaporijiya li başûrê Ukrayanyê nekiriye û Nûnerê Moskowê li NY dibêje, ew hêzeke ewqas neberpirsyar nîni ku rê bidin karesateke etomç çê bibe.

Balyozê Rûsya li NY, Vasily Nebenzya dibêje, “Îro careke din me guhdariya komeke derewan kir ku qaço hêzên Rûsyayê êrîşî ser santrala etomî ya Zaporijiya kirine. Ev hemû beşek e ji kampîna bêhempa ya derewan û belavkirina zanyariyên nerast li dijî Rûsyayê.”

Piştî gefên Putin û Lavrov ên derbarê bikaranîna çekên etomî, baweriya Amerîkayê û heveymanên wê bi Rûsyayê nemaye, bi taybet bawer nakin ku Rûsya rê li karesateke etomî ya li Ukraynayê bigre

Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî di heman civînê de ragihand, ku agirê li santrala etomî ya Zaporijiya hatiye vemirandin û ti reaktoreke etomî ya santralê jî di xeterê de nînin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst