Amerîkayê grûpeke Heşda Şeibî xiste nav lîsteya terorê

06-03-2019
RÛDAW
Nîşan Amerîka Iraq Tvegera Nuceba Lîsteya terorê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand ku Tevgera Nuceba ya Iraqî xistiye lîsteya terorê.

 

Tevgera Nuceba grûbeke çekdar a Iraqî ya ser bi Îranê ve ye û hebûna hêzên Amerîkayê li Iraqê red dike.

 

Medyaya Amerîkayê ragihandiye ku herçiqasî roleke wê grûbê ya bi bandor di şerê dijî DAIŞê de hebû jî, lê hevdem rê jî li ber Îranê xweş kiriye ku bigihîje Şamê.

 

Tevgera Nuceba ya Iraqî sala 2013ê ji Esayîbî Ehlî Heq cuda bû û Ekrem Keîbî serkirdayetiya wê dike.

 

Li gora hinek çavkaniyan, zêdeyî 10 hezar çekdarên Tevgera Nuceba ya Iraqî li Iraq û Sûriyê hene.

 

Di sala 2018an de, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê çend siza bi ser Ekrem Keibî de sepandin û ew weke yek ji sedemên nearamî û têkdana ewlehiya Iraqê da naskirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst