Almanya - Mîtînga Taner Yildiz hat betalkirin

Navenda Nûçeyan – Almanya civîna Wezîrê Berê yê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz betal kir.

 

Biryar bû îro duşemî, Wezîrê Berê yê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz li navçeya Kelsterbach a eyaleta Hessen a Almanyayê kombûneke cemawerî li dar bixitibiba, lê belê hikûmeta Almanyayê rê bi lidarxistina wê kombûnê neda.

 

Li gorî agahiyan, biryar bû ew civîna Taner Yildiz a bi tirkên li Almanyayê re li salona Conference & Event Centerê û di saet 19:30î de bihatiba lidarxistin.

 

Ji ber betalkirina girêbesta kirêya salonê, civîna Yildiz birêve neçû.

 

Navenda Hemahengiya Hilbijartinan a AK Partiyê ya li Derveyî Welat aşkera kir, ew ji bo dîtina saloneke din dixebitin.

 

Hefteya borî  Almanyayê civînên Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag û Wezîrê Aboriyê yê Tirkiyê Nihat Zeybekci jî betal kiribû