Serokê Amerîkayê Biden serxweşî da Serokomar Erdogan

07-02-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Joe Biden ji bo qurbaniyên erdheja serxweşî li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir.

Serokê Amerîkayê Joe Biden di peywendiyeke telefonî de ji bo kesên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane serxweşî li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan kir û ji bo birîndaran jî şifa xwest.

Îro Duşemê 6ê Sibata 2023ê demjimêr 04:17 deqe erdhejek bi hêza 7.7 pile ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê bû çêbû û di serî de li bajarên Mereş, Amed, Riha, Semsûr, Meletî, Kilîs û Dîlok ên Bakurê Kurdistanê û bajarên Hatay, Edene û Osmaniye yên Tirkiyê bi tundî hest pê hat kirin.

Piştî erdheja yekem, a herî mezin bi pileya 7.6 nêzîkî 100 erdhejên din çêbûn. Îro demjimêr 13:24 navenda wê navçeya Elbistanê ya Mereşê erdhejek bi pileya 7.6 çêbû.

Li gor amarên dawî  yên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) di van erdhejê de heta niha hezar û 762 kesan canê xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî birîndar in û di jêr kavilê avahiyan de ne û hewlên rizgarkirina wan berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst