Li Îtalyayê ji Mistefayê 5 salî re dest û lingên protez tên danîn

Hewlêr (Rûdaw) - Mistefa, ew zarokê 5 salî ye ku bê ling û dest ji dayik bûbû û wêneyê wî û bavê wî xelata Siena ya Cîhanî ya sala 2021ê bi dest xistibû û meha borî ligel malbata xwe gihiştibû Roma ya paytexta Îtalyayê, niha dê biçe bajarê Bologna daku dest û lingên protez jê re bên çêkirin.

Munzir Nezal, Bavê Mistefa dibêje, “Dema min dît wêneyê me deng veda ye, kêfa min hat ku bû sedema guhertina jiyana me û Mistefa niha dikare çareseriyê werbigire.”

Wêneya Mistefa û bavê wî li kampeke penaberên Sûrî li Idlibê ji aliyê wênegirekî Tirk ê bi navê Mehmet Aslan ve hatibû girtin û di medyayên cîhanî de hatibû belavkirin, piştre rêxistinên mirovî yên navdewletî dest bi kampanya alîkariyê bo wan kiribûn, nêzîkî 115 hezar dolar bo wan hatibûn komkirin û ew bo Îtalyayê hatin veguhestin.

Munzir Nezal, Bavê Mustefa behsa dema girtina wê wêneyê dike û dibêje: “Dema wênegir ew wêne girt, ez û Mistefa me dileyîst. Min digot wêneyekî normal e. Ji ber em du sal û nîvan li Tirkiyê bûn, min herdem daxwaza alîkariyê dikir ji bo çareserkirina Mistefa, lê wî wêneyî siberoja Mistefa geş kir.”

Mistefa dema ji dayik bûbû, bê ling û dest bû, ji ber êrîşa kîmyayî bo ser Meiret Numan li derdora Idlibê ku di sala 2015an de ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve hatibû kirin, dayika Mistefa wê demê du canî bû, pizîşk dibêjin ji ber wê dermanên çareserkirina ji gaza kîmyayî xwaribûn, bandor li Mistefa kiriye.