Malbateke Kobanî Tûtî fêrî Ey Reqîb kiriye

06-02-2020
RÛDAW
Harûn dibêje, her roj 15 deqîqeyan sibehê û 15 deqîqeyan jî êvarê, Şad fêrî sirûda Ey Reqîb kiriye
Harûn dibêje, her roj 15 deqîqeyan sibehê û 15 deqîqeyan jî êvarê, Şad fêrî sirûda Ey Reqîb kiriye
Nîşan Tûtî Ey Reqîb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Malbateke ji Kobaniya Rojavayê Kurdistanê ku li Holenda dimîne, Kerewanê xwe yê malê fêrî sirûda neteweyî ya Kurdan Ey Reqîb kirine û navê wî jî kirine Şad.

Harûnê Îbo Kulek ji Rûdawê re got ku wî di hundirê mehekê de, her roj 15 deqîqeyan sibehê û 15 deqîqeyan jî êvarê, Şad fêrî sirûda Ey Reqîb kiriye.

Harûn dibêje, ku wî navê Kerewanê xwe, li ser navê hunermend Şad Kobanî lêkiriye, ji ber ku dengê wî jî wek yê hunermend Şad xweş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst