Rawêjkara Kurd a Merkel: ‘Xanima Kod’

Berlîn (Rûdaw) – Xelka Silêmaniyê Aya Caf a bi navê “Xanima Kod” tê naskirin, hêj temenê xwe yê 25ê xilas nekiriye, lê kariye bibe rêvebera karên dîjîtal ên Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel.

 

Li yek balexaneyên paytexta Almanyayê bajarê Berlînê keçeke Kurd a genc li holekê ji hejmarek kes re diaxive. Ev hola ku ala Almanyayê li ser e, ofîsa Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel e. Hejmareke zêde ya mirovan kom bûne û guhdariya ezmûna serkevtinê keça genc a ku navê wê Aya Caf e dikin. Temenê Aya Caf hêj nebûye 25 sal, lê medyaya Almanyayê wê wek Xanima Kod dinase û hikûmeta wî welatî jî ew kiriye rawêjkarê karên dijîtal a Angela Merkel.


Aya Caf naxwaze jê re bibêjin Xanima Kod û ew sedama vê yekê jî wiha nîşan dide: “Ev nav mafê wan karên ez dikim nade, ez ji wê zêdetir dikim.”


Caf rexneyeke dike û dibêje: “Minak zilamek di karê xwe de serkevtî bibe, lê jê re nabêjin Zilamê Kod, lê dema ku jinek dibe; cinsiyeta wê derdixin pêş û vê yekê dikin.”


Minaka ava cemidî


Di vê kombûna li Berlînê de Aya Caf ji mêvanên xwe re dibêje ji xwe bawer bin û  netirsin. Caf ji pirtûkek xwendî minakekê dide û dibêje: “Eger hûn di banyoyê de yekser herin di bin ava cemidê de, di destpêkê de tirsek zêde heye ku heta hûn diçin bin avê de. Lê piştre ew tirsa destpêkê namîne. Hewldanên bo karên mezin jî wiha ne. Di destpêkê de tirs heye, lê eger em li ber xwe bidin ew tirs namîne.”


Aya Caf li bajarê Nurmberg dijî û rêvebir û damezrînera kompanyaya bi navê CoDesign Facory e, ew di heman demê de rawêjkariya hejmareke doktor, professor û çend karmendên din dike.


Keça ciwan a Kurd heta niha di projeya çend bernameyên APP û dîjîtal de cih girtiye û gelek caran dibe mêvana bernameyên televîzyonên Almanî û herwiha rojnameyên wî welatî wê wekî Xanîma Kod didin nasîn.


Aya Caf niha jî rawêjkariya festîvala dîjîtal a ji aliyê hikûmeta Nurmebergê ve bê sazkirin dike.


Aqilê bazîrganî


Dayîk û bavê Aya Caf ji Rûdawê re behsa jiyana zarokên xwe kir. Dayîk û bavê wê behsa zehmetiyê wê yekê dikin ku çawa di sala 1990ê de ji Silêmaniyê koçber bûne û dibêjin: “Aya hêj zarok, karên ku hevalên wê nedikarîn bikin, wêw bi tena sere xwe dikarî bike.”


Bi gotinên Dayîk û bavê Aya Caf, ew hêj 15 salî xizmetguzariyeke dîjîtal bo kesên bi temên dikir û pere distand. Navê wê projeyê “Jaf Cubs” hate danîn.


Paytexta Facebookê

 

Geşta wê ya ji bo Facebook û Googleyê li Geliyê Sîlîkonê bandorekê zêde lê kiriye û ew gihîştiye wê baweriyê ku cîhan li wê derê dibe cihaneke dîjîtal.


Dayîk û bavê Aya dibêjin ew di rêya çûna Geliyê Sîlîkonê li nav balafirê de derbasî 18 saliyê bûye û wan dizanî keçan wan karên mezin dike û lewma wan her tim piştevaniya wê kirine. Malbata wê dibêje: “Aya li wê derê beşdarî projeya hyperloop a trêna teknolojîk dibe. Ew her çend di nav wê projeyê de nemabe jî, lê ew dilxweş in ku welatên wekî Çîn di wê projeyê de serkevtî bûne.”


Qezenckirina pere


Pirtûka Aya Caf a bi navê “Money Makers” îsal li Almanya û çend welatên din ên cîhanî hatiye belavkirin. Dezgehên medyayî derbarê naveroka pirtûka wê de heta niha gelek rapor amade kirine. Pirtûka wê li ser malpera bazîrganî ya cîhanî Amazonê jî tê firotin.


Aya Caf di pirtûka xwe de bi zimaneke zelal û sade behsa çawa pere tê qezenckirin û karên mezin çawa têne kirin dike.