Li Çînê 'Sala Beraz' dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor salnameya bi 12 ajelî ya Çînê "Sala Kuçikê" qediya û "Sala Beraz" dest pê kir, xelkê berê xwe dan perestgehan û ji bo sala nû xweş derbas bibe dia kirin.

 

Li Çînê serê salê û cejn li gor salnameya hîvê tên kifşkirin û welatiyan di roja ewil a Sala Nû ya Çînê de berê xwe dan perestgeh û parkên ji bo sala nû hatibûn amadekirin.


Li Çînê ligel salnameya mîladî salnameya bi 12 ajelî jî tê bikaranîn. Li wê derê serê her salê li gor "salnameya bi 12 ajelî ya kevneşopî" tê binavkirin û Sala Nû ya Çînê, Cejna Biharê û cejnên kevneşopî li gor "salnameya hîvê" tên kifşkirin. Ji ber vê jî her Sala Nû ya Çînê rastî wextê curbecur tê.


Ji ber sala nû awayekî fermî hefteyek behnvedan hat îlankirin û berî vî qewlî û piştê vê jî betlane hatin zêdekirin û tetîla Cejna Biharê ya ku li Çînê girîng tê hesibandin gihîşt 40 rojî.


Çîn him salnameya mîladî, him salnameya hîvê û him jî salnameya bi 12 ajelî bikar tîne û li gor baweriyê "Sala Beraz" a siûd û dewlemendiyê bi xwe re tîne jî rastî 5ê Sibatê hat.


Bi saya behnvedanê ji ber Cejna Biharê û Sala Nû ya Çînê hat îlankirin qismek welatiyan berê xwe dan cihê bav û kalên xwe û ji yên mayî qismekî jî berê xwe dan perestgehan.


Ji bo pêşwazîkirina sala nû ya Çînê, bi hezaran kesan serdana bazareke gulfiroşan li herêma Hongkonkê kirin.

 

Di bazara gulfiroşandan bi dehan curên gulan hatine nîşandan , wan dîmenên bal kêş piraniya geştiyarên ku serdana wî welatî kirinr matmayî kirine.


Xelkê Çînê hîvî dike ku sala nû bibe cihê xêr û xweşiyan ji bo wan.


Ji bilî Çîn her yek ji welatên Taywam û Vîetnam, Sengapor, Koreya Başûr û Koreya Bakur hejmareke welatên din bi boneya serê sala nû ya çend aheng saz kirin.


Li Pekîna paytextê Çînê hêzên ewlehiyê tewdîrên berfireh hildan û welatî jî di bin tewdîran da çûn Perestgeha Yonghi Gongê.


Ji biçûkan bigir heta kal û pîran miletê ji bo ku sala nû bo wan xweş û bikêr derbas bibe li gorî baweriya xwe dia kirin.