Galeriya wêneyan

06-02-2017
13 Photos
RÛDAW

AFP

 

Meydana Viktoriya li Buxarist (Bucharest) a paytexta Romanya bûye navenda xwepêşandan û dirûşmên li dijî hikûmeta wî welatî.

 

Ew 4 roj in pê hev xelkê nerazî li wê meydana paytext li hev dicivin û dengê nerazîbûna xwe bilind dikin û dirûşman li dijî hikûmeta dibêjin.

 

Xwepêşandana welatiyên li dijî biryareke hikûmeta wî welatî ye, ku hejmarek berpirsên tohmetbar di dosyayên gendeiyê de ji girtîgehê efû kiriye.

 

Hikûmeta Romanya ji ber berfirehî û berdewamiya xwepêşandanê, bi neçarî biryara xwe hilweşand, çimku di wan 4 rojên dawiyê de li 50 bajar û bajarokên wî welatî xwepêşandanên nerazîbûnê li dijî wê biryara hikûmetê birêve çûn.

 

Hat ragihandin, ku zêdetirî nîv mîlyon kesî di xwepêşandana paytext Bucharest de beşdar bûn û ew xwepêşandan bi mezintirîn xwepêşandana piştî rûxana sîstema komonîstî li wî welatî di sala 1989 de tê hesibandin.