Dewleta Yemenê bi temamî ket destê çekdarên Hûsî

06-02-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Yemenê, çekdarên şîe yên Hûsî parlamento hilweşandin û dest danîn ser hemû saziyên dewletê.

Çekdarên şîe yên Hûsî li Yemenê parlamento hilweşandin û ragihandin, dê li şûna parlamentoyê “Encumena Netewî” ava bikin.

Hûsî dibêjin, Encumena Netewî jî dê konsêya serokatiyê ava bike ku ji 5 endaman pêk tê û dê du salan carekî were guhertin.

Hûsiyan her wiha eşkere kirin ku li şûna hikûmeta demkî jî konsêyek ava kirine ku ji 150 kesan pêk tê.

Serokê Yemenê Ebdurebba Mensûr û serok hikûmeta wî welatî jî meha borî ji ber çekdarên Hûsî dest ji kar berdabûn.

Bûyer û aloziyên Yemenê ji sala 2011ê û bi pêla Bihara Erebî re dest pê kirin. Piştî ku Serokê wê demê yê Yemenê Elî Ebdullah Salih neçar ma dest ji kar berde, li aliyê bakurê welêt Hûsî rabûn ser piyan û gellek dever girtin.

Havîna par jî Hûsiyan ji hikûmeta Yemenê daxwaza reform û guhertinan kirin, meha Îlonê jî li paytext Senaayê di navbera hêzên dewletê û çekdarên Hûsî de şerekî giran derket û çekdarên Hûsî zorek mezin li dewletê kirin.

Meha Çileya îsal jî çekdarên Hûsî avahiya parlamentoyê û Koşka Serokê Yemenê girtin, bi vî awayî derî ji bo rewşa îro hat vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst