Serokwezîrê Kanadayê îstîfa kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau ji Partiya Lîberal a Kanadayê û ji wezîfeya serokwezîrtiyê îstîfa kir.

Justin Trudeau ragihand ku dê heta hilbijartina rêberekî nû li ser wezîfeya xwe berdewam bike.

Trudeau got, "Ez şervan im, ji ber ku ez dixwazim ev welat çêtir bibe.

Heta Adara 2024an pêwîstî bi serdemeke nû ya parlamentoyê heye.

Min bi malbata xwe re li ser kariyera xwe gotûbêj kir.

Biryara ku min bi zarokên xwe re parve kiriye, ez bi we re jî parve dikim.

Ez ji partiya xwe û ji wezîfeya serokwezîrtiyê îstîfa dikim."