Koçberiya ber bi Ewropayê ve di sala 2022an de li gor çar salên dawî gihîşt asta herî bilind

06-01-2023
RÛDAW
Wêne: Reuters
Wêne: Reuters
Nîşan Ewropa Koçberî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koçberiya ber bi Ewropayê ve di sala 2022an de li gor 4 salên dawî gihîştiye ast herî bilind.

Hejmara koçberên neyasayî ya xelkên beşek welatên Asya û Bakurê Afrîqayê, li gor çar salên borî di sala 2022an de zêdetir bûye. Di 9 mehên destpêka heman salê de nêzîka 89 hezar kesî daxwaza mafê penaberiyê li Ewropayê kirine.

Hejmarek welatiyên Sûrî û Lubnanî li Beyrûdê li benda vegera kesûkarên xwe ne, ku piştî koçberiya wan a ji Deryaya Spî bo Ewropayê, ji aliyê saziyeke penaberan a Neteweyên Yekbûyî ve ji deryayê hatine rizgarkirin.

Hat ragihandin ku hejmara wan 200 kes e û ji ber rewşa aborî û rewşa ne guncav ya welatê xwe koç kirine.

Yasîn birayê kesekî hatiye rizgarkirin dibêje "Em dixwazin biçin Ewropayê, çi Almanya, Holenda an jî Fransa be. Ji bo çi? Ji ber ku rêz li mafên mirovan digrin, lê li vê derê mafên ajelan jî nayên parastin. Ma qey em çima bimînin, ez ê biçim, îro be, sibe be yan jî du mehan be, lê ez ê biçim."

Hejmara koçberên neyasayî ya xelkên beşek welatên Asya û Bakurê Afrîqayê, li gor çar salên borî di sala 2022an de zêdetir bûye.

Di 9 mehên destpêka heman salê de nêzîka 89 hezar kesî daxwaza mafê penaberiyê li Ewropayê kirine.

Li gor amarên Frontexê di sala 2022an de 170 hezar penaberan di sê rêyên cûda de xwe gihandine Ewropayê.

Ev hejmar li gor sala 2021ê %30 zêde ye.

Ji sala 2015 û heta dawiya 2022an 22 hezar û 606 koçber di nav deryayê de xeniqîne û 620 hezar û 771 jî ji mirinê hatine rizgarkirin.

Misir, Tûnis, Bengladeş, Sûriye û Cezayîr pênc welatin ku herî zêde koçberên neyasayî ji wan welatan derbasî Ewropayê bûne.

Yek ji welatên ku piraniya koçberan armanc dikin Brîtanya ye ku bi belemên biçûk ji Qenala Îngilîz derbas dibin.

Li gor Wezareta Berevanî ya Brîtanyayê di sala 2022an de 45 hezar û 756 koçber derbasî wî welatî bûne, ev hejmar li gor sala 2021ê %60 zêde ye.

Ji ber vê yekê hikûmeta Brîtanyayê biryar daye rêkarên tûndtir bigre da ku li hatina koçberan rê bigre.

Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak got “Em yasayên nû pesend dikin daku koçber nikaribin bi belemên biçûk derbas bibin. Ji bo pê bawer bin ku eger bi awayekî neyasayî bêne vî welatî ew dê bên desteserkirn û rasterast bên derkirin.”

Ligel nerazîbûna hikûmetê nîştecihên Ewropayê jî di sala 2022an de hejmarek xwepêşandan dijî hatina koçberan bo Ewropayê kirine.

Welatî beşek sedema zêdebûna enflasyona li piraniya welatên Ewropayê bi hatina koçberan ji bo vê parzemînê ve girêdidin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst