Kerry: Ez bewer nakim civina Astana bê sazkirin
Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry got ew bawer nake hevdîtinên Astanayê bên kirin.
Roja Înê (06-01-2017) Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry ji rojnamevanan re ragihand; “Ez hêvî dikim ku hevdîtinên Astanayê bibe pêngaveke girîng ji bo çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê .Lê gumanên me hene ev civîn were sazkirin.
John Kerry got; “Em hêvî dikin ku qonaxa hevdîtinên Astanayê bibe pêngaveke girîng ji bo pêşvebirina çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê. Lê eger ew civîn were encamdan, ji ber ku gumanên me hene. Eger guhertin di blansê de bên kirin, pir zehmete ku pirsgirêkên li Sûriyê werin çareserkirin.”
Kerry herwiha diyar kir, “Min bi Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Staffan de Mistura re axivî. Min Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re jî axivî. Me hemûyan li hev kir ku ti guhartinek di armanca me yê sereke de neye kirin. Em hemû di civîna Cenevê de hev bibînin û gotûbêjên xwe dikin.”
Joe Biden: Me gelek çalakiyên veşartî jî dijî Rûsya encamdane
Ji aliyê din ve Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden ji rojmanevanan re ragihand; “Amerîka ne tenê bi awayekî fermî bi derkirina 35 dîplomatên rûsî, bi sepandina cezayên aborî cawaba êrîşên hacker ye Rûsya daye .Lê me gelek çalakiyên veşartî jî dijî Rûsya encamdane.”
Joe Biden got; “Hinek karên ku me encamdane hûn dizanin . Lê hinek karên ku em kirine hûnê nizanibin.”