Kerry: Ez bewer nakim civina Astana bê sazkirin

06-01-2017
RÛDAW
Nîşan Amerîka Astana Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry got ew bawer nake hevdîtinên Astanayê bên kirin.

 

Roja Înê (06-01-2017) Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry ji rojnamevanan re ragihand; “Ez hêvî dikim ku hevdîtinên Astanayê bibe pêngaveke girîng ji bo çareserkirina pirsgirêkên  Sûriyê .Lê gumanên me hene ev civîn were sazkirin.

 

John Kerry got; “Em  hêvî dikin ku qonaxa hevdîtinên  Astanayê bibe  pêngaveke girîng ji bo pêşvebirina çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê. Lê eger ew civîn were encamdan, ji ber ku gumanên me hene. Eger guhertin di blansê de bên kirin, pir zehmete ku pirsgirêkên li Sûriyê werin çareserkirin.”

 

Kerry herwiha diyar kir, “Min bi Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî  ji bo Sûriyê Staffan de Mistura  re axivî. Min  Wezîrê Derve yê  Rûsyayê Sergey Lavrov  re jî  axivî.  Me  hemûyan  li hev kir  ku ti guhartinek di  armanca me yê sereke de neye kirin. Em hemû di civîna Cenevê de hev bibînin û gotûbêjên xwe dikin.”

 

Joe Biden: Me gelek çalakiyên veşartî jî dijî Rûsya encamdane 

 

Ji aliyê din ve Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden ji rojmanevanan re ragihand; “Amerîka ne tenê bi awayekî fermî bi derkirina 35 dîplomatên rûsî, bi sepandina  cezayên aborî cawaba êrîşên hacker ye Rûsya daye .Lê me gelek  çalakiyên  veşartî jî dijî Rûsya encamdane.”

 

Joe Biden got; “Hinek  karên ku me encamdane hûn dizanin . Lê hinek  karên  ku em kirine  hûnê nizanibin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst