Galeriya wêneyan

05-12-2024
10 Photos

Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde li Amerîkayê xelata "Nûçegihanên Herî Baş ên Biyanî" sitand.

Merasîma xelatdayînê şeva borî li Washingtonê hat kirin û Diyar Kurde piştî sitandina xelata xwe axaftina xwe pêşkêş kir.

Xeyn ji Diyar Kurde, heft nûçegihan û rojnamegerên din ên ji CNBC, Fox News, New York Times, Axios, ZDF, Entravision û Barronê jî dê ji hêla AFPC-USAyê ve hatin xelatkirin.

Diyar Kurde û rojnamegerên CNBC, Fox News, New York Times, Axios, ZDF, Entravision û Barronê doh êvarê bi dema Washingtonê seat 18:00an li Washingtonê xelatên xwe standin.

“Ez wê qet ji bîr nakim”

Diyar Kurde di axaftina xwe behsa bûyera şehîdketina Şîfa Gerdiyê kir û got:

“Min û wê li jûra nûçeyan a Rûdawê behsa şerê DAIŞê û plana ku ew here çîrokên li Mûsilê veguhêze dikir lê ew bi bombeyeke vedayî ya DAIŞê hat şehîdkirin. Ez wê qet ji bîr nakim.”