Diyar Kurde li Amerîkayê hat xelatkirin: 'Ez Şîfa Gerdiyê qet ji bîr nakim'

Washington (Rûdaw) – Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde li Amerîkayê xelata "Nûçegihanên Herî Baş ên Biyanî" sitand.

Merasîma xelatdayînê şeva borî li Washingtonê hat kirin û Diyar Kurde piştî sitandina xelata xwe axaftina xwe pêşkêş kir.

Xeyn ji Diyar Kurde, heft nûçegihan û rojnamegerên din ên ji CNBC, Fox News, New York Times, Axios, ZDF, Entravision û Barronê jî dê ji hêla AFPC-USAyê ve hatin xelatkirin.

Diyar Kurde û rojnamegerên CNBC, Fox News, New York Times, Axios, ZDF, Entravision û Barronê doh êvarê bi dema Washingtonê seat 18:00an li Washingtonê xelatên xwe standin.

“Ez wê qet ji bîr nakim”

Diyar Kurde di axaftina xwe behsa bûyera şehîdketina Şîfa Gerdiyê kir û got:

“Min û wê li jûra nûçeyan a Rûdawê behsa şerê DAIŞê û plana ku ew here çîrokên li Mûsilê veguhêze dikir lê ew bi bombeyeke vedayî ya DAIŞê hat şehîdkirin. Ez wê qet ji bîr nakim.”

Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê behsa zehmetiyên rojnamegeriyê yên li Rojhilata Navîn kir û anî zimên:

“Li Rojhilata Navîn xebat ne hêsan e çimkî tim gef li ser te heye û divê tu jiyana xwe bixî metirsiyê.

Tenê ji ber ku tu rojnameger î hinek caran tu kesên nêzîkî xwe ji dest didî.

Ez dixwazim li cîhan û Rojhilata Navîn ji bo rojnamegeriyê şer bikim.”

Diyar Kurde spasiya Birevebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed kir û got:

“Ji bo guherîna rojnamegeriya li Îraq û Herêma Kurdistanê nêrîneke wî ya rast heye.”

Divê were gotin ku Navenda Metroyê ya Parastina Mafên Rojnamegeran jî Diyar Kurde pîroz kiribû û gotibû, “Xelatkirina Diyar Kurde girîngiya Rûdawê nîşan dide.”