Li Almanyayê cotyar ji ber giranbûna nirxê enerjiyê bi traktoran daketin kolanan

05-12-2022
RÛDAW
Li Almanyayê cotyar ji ber giranbûna nirxê enerjiyê bi traktoran daketin kolanan
Li Almanyayê cotyar ji ber giranbûna nirxê enerjiyê bi traktoran daketin kolanan
Nîşan Almanya Frankfurt Cotyar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Frankfurtê yê Almanyayê hêjmareke cotyarên Alman bi traktoran ketine nav bajêr û nerazîbûna xwe li dijî giranbûna nirxan û kirîza enerjiyê tînin ziman.

Li Almanyayê nirxê enerjiyê her ku diçe giran dibe. Cotyarên Alman dibêjin “Dem tenê kirîzê dijwartir dike.”

Rêveberê xwepêşandanê Thorsten got “Xelk divê jîrane bihizire, eva ku çêdibe di derbarê rewşa îro de ye ne aştiya Ukrayna. Divê em tev dakevin qadan heta wê dema ku em piştrast bibin li Ukrayna aştî çêbûye.”

Niha rêjeya enflasyonê li Almanyayê %10e. Nirxê pêdiviyan %17 û nirxê xworakê %21 zêde bûye.

Nirxê xizmetguzariyê %3.7 û kirêya avahî û xaniyan %1.9 zêdebûye. Nirxê elektirîkê jî %60 zêdebûye.

Welatî Kirsten Baum diyar kir “Piraniya pirsgirêkan ji ber giranbûna gazê serî hildaye û ev yek berdewam bike em dê ji serma biqerisin. Aboriya me ji ber şerê Rûsaya û Ukrayna hilweşiyaye. Berê gaza Rûsya erzan bû, bi wê me xwe germ dikir lê niha ew jî tuneye. Min bihîstiye hinek kompanya ji ber giranbûna gazê û enerjiyê ji Almanya derketine.”

Hikûmeta Almaya pîlaneke 200 Milyar Euroyî bo rûbirûbûna giraniya nirxê gazê diyarkiriye û dixwaze nirxê wê dabixe. Despêka sala nû wê were cîbicî kirin. Pereyê elektirîkê û gazê li wir salane tê dayîn. Niha nirxê yek kîlowat gaz di demjimêrekê de 33 sent e. Biryar e di sala nû de li Almanyayê nirxê yek kîlowat di demjimêrekê de bike 13 sent. Bo wan kargehên ku di demjimêrekê de 1.5 milyon kîlowat gaz bikaranîne wê daşikandina taybet were kirin.

Di serhildana kirîza enerjiyê ya di meha Çileya 2021ê de Welatên Yekîtiya Ewropayê 574 milyar Euro bo rûbirûbûna vê kirîzê xerç kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst