Li gelek welatên cîhanê amadekariyên cejna sersalê tên kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gelek welatên Cîhanê amadekariyên cejna sersalê yan Christmasê tên kirin. Li Washington D.C a paytexta Amerîkayê, bi amadebûna hejmarek xelkên wî welatî, Serokê Amerîkayê Joe Biden dara sersalê pêdixe.

Serokê Amerîka Joe Biden got "Di 99 salên borî de serokên Amerîkayê ev kevneşopiya Amerîkî berdewam kirine, ku pêxistina dara Christmasê ye, di demên şer û aştiyê de. Dara ku herdem kesk e, tîne bîra mirov ku di rojên sar û tarî yên zivistanê de jî, jiyan û xêr heye."

Ev der jî Londona paytexta Brîtanyayê ye, Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson, ligel hejamrek zarok beşdarî merasîmên pêxistina dara Christmasê dibe.

Li bajarê Nasire yê Israîlê yê Ereb nişîn jî, bi stran û sirûdan, merasîmên pêxisitna dara sersalê tên kirin. Bajarê Nasire cihekî wê yê teybet bo Kiristiyanan heye, ew cihê ku Îsa Pêxember lê mezin bûbû.

Li Budapeşta paytexta Hungariyayê merasîmên danîna dara sersalê cûdatir in. Du Santa Claus dikevin bin ava hewizekî masiyan û dara sersalê datînin. Ev hawiz yek milyon lître av têde ye û 8 masiyên Qirş têde hene.

Santa Clasue Istvan Deres ragihand "Her sal em wek Santa Clause dikevin bin avê. Ne karekî normal e. Ji bo masiyan jî tiştekî teybet e, dema dara sersalê dibe beşek ji mala wan. Rojeke taybet e bo me jî, ji ber ku her roj em bi cil û bergên Santa Clause nakevin bin avê."

Li Moskoya paytexta Rûsyayê jî, li Mûzexanya Kolomenskoye bi navê  "Sê sedsalên dara Christmas a Rûsyayê", pêşangehek hatiye vekirin, têde behsa dîroka Chrismasa Rûsyayê ji sedsala 17an ve tê kirin. Berî wê demê, sala nû li Rûsyayê ji 1ê Îlonê ve destpê dikir.

Rêvebera Pêşangehê Natalya Polonnikova diyar kir "Ji 2010an ve, li vê mûzexaneyê pêşangeh tê vekirin, hersal em hewl didin rastiyên nû yên ku derbarê sersalê de bi dest me dikevin pêşkêşî xelkê dikin."

Li seranserê cîhanê di navbera 25 û 31ê Kanûnê de, bêhnvedana Cejna Sersalê an Cejna ji Dayikbûna Mesîh berdewam dikin ku piştî wê saleke nû ji rojnameya zayînê destpê dike.