Serokê Amerîkayê çawa tê hilbijartin?

05-11-2024
RÛDAW
Nîşan Amerîka Hilbijartin Donald Trump Kamala Harris
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê serê 4 salan carekê tên kirin.

Ev gera 60emîn e û dê Serokê Amerîkayê yê 47emîn were hilbijartin.

Hilbijartinên yekem ên Serokatiya Amerîkayê sala 1788an hatin kirin û George Washington wekî serokê yekem ê Amerîkayê hat hilbijartin.

Hemû hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê roja sêşema yekem a meha çiriya paşîn tên kirin.

Bi gelemperî, li Amerîkayê 2 cure dengdan hene: Dengdana pêşwext û ya asayî.

Dengdana pêşwext 20ê Îlonê de dest pê kir û heta niha nêzîkî 80 milyon kesî deng daye.

Di nav wan de Serokê Amerîkayê Joe Biden û Alîkara Serokê Amerîkayê û Namzeda Demokratan Kamala Harris jî hene.

Serok çawa tê hilbijartin?

Pêşbirka germ di navbera Namzedê Komariyan Donald Trump (Partiya Sor) û Namzeda Demokratan Kamala Harrisê (Partiya Şîn) de ye.

Li Amerîkayê 50 eyalet hene û her eyalet delegeyên xwe hildibijêre.

Delege li gorî nifûsa eyaletan tên destnîşankirin û bi tevahî 538 delege hene. 

Wekî mînak nifûsa Kalîforniyayê 38 milyon û 970 hezar e û 54 delegeyên wê hene.

Anku ji bo 721 hezar û 666 kesan delegeyek heye.

Li hêla din, nifûsa eyaleta Wyomingê 580 hezar 202 ye û tenê 3 delegeyên wê hene.

Wekî mînak, heger Donald Trump li Kalîforniyayê 5 milyon dengan û Kamala Harris jî 5 milyon û dengekî bistîne di vê rewşê de Kamala Harris dê her 54 delegeyan bistîne û hejmara delegeyên Donald Trump dê 0 be.

Dirûşma hilbijartinên Amerîkayê, “Serkeftî hemû delegeyan dibe” ye.

Serok ji bo 4 salan tê hilbijartin û pêdiviya wî bi 270 delegeyan heye.

Li gorî rapirsiyan, Trump niha 219 û Harris jî 211 delegeyan distine.

Heger Trump 270 û Harris jî 269 delegeyan bistîne wê demê Trump dê bibe Serokê Amerîkayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst