NATO çima ji vegera Trump ditirse?

05-11-2024
RÛDAW
Nîşan NATO Donald Trump Kamala Harris
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê û îhtimala vegera Trump a Koşka Spî NATO dilgiran kiriye.

Sekreterê nû yê NATOyê di serdana Almanyayê de ew dilgiraniya xwe anî ziman.

Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz got:

“Armanca Hevpeymaniya Atlantîkê (NATO) diyar e; li hemberî aliyên ku dixwazin êrişî bikin divê em xurt bin.

NATO li seranserî Atlantîkê hêmana sereke ya ewlehiya hevpar e û dê wiha jî bimîne.”

Sekreterê nû yê NATOyê Mark Rutte li ser hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê anî ziman:

“Kî bi ser bikeve, em dê danûstandinan pê re bikin.

Em dê bi Harrisê re û bi Trump re jî bixebitin.

Ya girîng ew e ku NATO yekgirtî bimîne.”

Şer dernediket

Di 4 salên serokatiya Donald Trump de pirsgirêk di navbera Amerîka û NATOyê de derketin holê.

Trump ji 30 endamên NATOyê xwestibû ku herî kêm ji sedî 2yê dahata xwe ya navxwe ji bo mesrefên leşkerî û parastinê xerc bikin.

Heta Kanûna Pêşîn a 2019an tenê 9 welat gihîştine wê rêjeyê.

Ji sala 2019an ve hejmara endamên NATOyê yên ku derketine wê rêjeyê bûn 23.

Tê pêşbînîkirin ku bi berdewamiya şerê li Ukraynayê rêje zêdetir bibe lê Trump paşê daxwaza xwe ji sedî 2 derxist 3yan û gefa vekişîna ji NATOyê xwar.

Berovajî rêveberiya Biden, Trump piştgiriya rawestandina şerê li Ukraynayê da û got heger ew li Koşka Spî bûya şer dernediket.

Welatên endamên NATOyê salane xwedî hilberîna navxwe ya zêdetirî 45 trilyon dolarên Amerîkî ne.

Ew bi qasî 1,47 trilyon dolar ji artêşê re vediqetînin.

Polonya ji sedî 4 û zêdetir, Estonya, Amerîka, Letonya û Yunanistan ji sedî 3yê ji budçeya xwe ji bo lêçûnên leşkerî re vediqetînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst