Hilbijartineke zehmet û dîrokî: Harris an Trump?

05-11-2024
Nîşan Amerîka Hilbijartin Kamala Harris Donald Trump
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hilbijartinên Serokatiyê yên Amerîkayê îro tên kirin ku gelek pispor wan wekî “Hilbijartinên ku texmînkirina encamên wan herî zehmet e” bi nav dikin.

Namzeda Demokratan Kamala Harris û Namzedê Komariyan Donald Trump heta niha ji bo serkeftina xwe û kêmkirina hevdû çi ji destê wan hat kir û wan texsîr nekir.

Gelê Amerîkayê dê îro bersivekê bide proje û propagandayên wan û dê seroka/serokê xwe ya/yê nû hilbijêre.

Li gorî 14 rapirsiyên dawiyê, rêjeya dengê Harris û Trump ji sedî 48,5 e anku ew ser bi ser in.

Ji ber vê nêzîkbûna rêjeya dengan gelek pispor dibêjin “Hilbijartinên ku texmînkirina encamên wan herî zehmet e ev in.”

Li gorî rapirsiyên NBC News, New York Post, Emerson û New York Timesê rêjeya dengên Harrisê û Trump wekî hev e.

Reuters û Forbes dibêjin ku Harris li pêş e lê li gorî CNBC û Wall Street Journalê Trump li pêş e.

Harris û Trump dê hewl bidin ku 270 delegeyî bistînin û encamên çend eyaletan bi taybetî tên meraqkirin.

Trump li eyaletên Pensilvanya, Georgia, North Carolina, Arizona û Nevadayê û Harris jî li Michigan û Wisconsinê li pêş e. 

Îro hilbijartinên 60î yên serokatiyê tên kirin û kî bi ser bikeve dê bibe seroka/serokê 47an a/ê Amerîkayê.

Seroka/ê nû dê 20ê Kanûna Paşîn a 2025an sond bixwe û dest bi erkê xwe bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst