Hewlêr (Rûdaw) - Îstîxbarata navxwe ya Almanya hişyariyê li ser metirsiya îslamiyên tundrew dide.
Serokê Encumena Parastina Destûrê û Îstîxbarata Navxwe ya Almanyayê Thomas Haldenwang ragihand ku divê li hemberî îslamiyên tundrew hişyar bin û eger heye li Almanya jî êrîşan encam bidin.
Thomas Haldenwang, balê dikşîne ser êrîşên li Fransa û Nemsa yên ku ji aliyê îslamiyên tundrew ve hatine kirin û dibêje divê dam û dezgehên Almanya li hemberî tûndrewên îslamî hişyar bin.
Haldenwang dide zanîn ku wî di salên derbasbûyî de jî her bal kişandiye ser “metirsiya terora îslamî ya tundrew û niha jî divê ew her roj hesabê êrîşên tûndrewan” bikin. Haldenwang dibêje, hestyariya îslamiyan gelekî bi hêz rabûye û divê ew agahdar bin.
Di heman demê de Haldenwang destnîşan kir ku ew nikarin niha bibêjin ku DAIŞ li Ewropa Rojava di çarçoveya planeke rêkxistî de tevdigere, lê ji bo çalakiyên takekesî yên radikal propaganda ku DAIŞê dike, bes e.
Li gorî amaran, Wezareta Navxwe ya Almanya çavdêriya 615 îslamiyên tundrew dike ku dikarin metirsîdar bin û 521 kesên ku dikarin metirsiyê çêbikin jî têne şopandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse