Kurdên li Almanyayê ji bo piştgiriya Başûr komîte ava dikin

Bonn (Rûdaw) - Kurdên nîştecihên Almanyayê biryar dan ji bo Başûrê Kurdistanê komîteyekê piştevaniyê damezrînin. Ew dixwazin bi riya wê komîteyê dengê Kurdan bighînin desthilatdarên Almanya û navendên cîhanî.

 

Saziya NAVEND a ji bo lêkolînên Kurdî roja 4ê Mijdara 2017ê, li Stadthalle Bad Godesberg a li bajarê Bonnê ya Almanyayê, ji bo gotûbêjkirina rewşa Kurdistana Başûr civîneke gotûbêjê di bin navê “Gelo em bi hev re dikarin çi bikin?” saz kirin.

 

Kurdên her çar parçeyê di civînê de amade bûn li ser rewşa piştî 16ê Cotmehê ya li Başûrê Kurdistanê şêwirîn.

 

Bi bawerya kurdên diyasporayê, ew çi qas bihêz û xort bin, bêyî destekên ji hikûmeta Herêma Kurdistanê, nikarin livînên bi bandor bikin.

 

Çavdêrê Siyasî Ayhan Çîftçî di vê derbarê de ji Rûdawê re ragihand: “Eger hêza diyasporaya kurdî rabe ser piyan bi rastî divê li gel Kurdistanê di nava hemahengiyê de be. Bêyî hikûmeta Kurdistanê û bêyî nûnerên hikûmeta Herêma Kurdistanê ew hêz dernakeve holê. Dixwazim di vî warî de kêmasiya nûnerên hikûmeta Kurdistanê û partiyên Kurdistanê yên derveyî welat jî bînim ziman. Ew jî hîn ranebûne ser piyan. Eger ew bidin pêş vî gelî û bangawaziyê bikin hem3u kurdên diyasporayê amade ne rabine ser piyan.”

 

Li Almanyayê mezintirîn diyaspora û revenda Kurdistanê heye. Ew xwediyê sazî, komele û rêkxistinên civaka sivîl in lê ew bixwe jî rexneyê li xwe dikin, ku bi ser partiyên Kurdistanî de dabeş bûne.

 

Akademîsyenê kurd Dr. Awat Esedî yê şarezayê siyaseta navdewletî, ku berhema wî ya dawî lêkolîna li ser "Iraqa cografî" ye, di wê baweriyê de ye ku bi gavên kin, rêyên dirêj tên qutkirin.

 

Lêkolînerê Dr. Awat Esedî: “Di siyasetê de ti tiştek neba nîne. Bi taybetî dirustkriina lobiyek ji bo gelê Kurdistanê. Pêngav bi pêngav dikarin vê yekê ava bikin. Bi taybetî dema komele dengên xwe bikin yek, pêwîst nake rêxistineke hevpar jî ava bikin. Dikarin sîwaneyê çêbikin, pêngavên hêdî hêdî bavêjin dikarin lobiyekê saz bikin. Bi rêya vê lobiyê em bixwe herin nav siyaseta Almanyayê. Ne ku Almanya car bi car were pirsa rewşê li me bike.”

 

NAVEND saziyekê Kurdên Almanyayê ye û 25 sal e hatiye damezrandin û vê carê jî mêhvandariya vî panelî kir. NAVENDê komîteyek taybet ji bo Başûrê Kurdistane weke projeyekê demdirêj radigihîne. 

 

Serokê NAVENDê Metîn Încesu jî got: “Em dixwazin mijara Kerkûkê û êrîşa Iraqê ya li vê herêmê, bi agahiyên zanistî pêşkeşî siyasetmedarên Almanyayê bikin. Em dixwazin konferansekê saz bikin û êrîşê Iraqê ya li Kerkûkê bixin rojeva civaka Almanyayê.”

 

Bi tevî çalakiyên kurdên li diyasporayê yên ji bo serzeniştikirin û protestokirina êrîşên li ser deverên Kurdistanê, ew dixwazin giliyên xwe li partî û siyasetên welatên jî bikin û bêjin, ku wan di demekê çarenivîsaz de piştevaniya Kurdistanê nekiriye.