Nûnera kantonên Rojava Sînem Mihemed dîsa çû Amerîkayê

05-11-2015
ERGULEN TOPRAK
A+ A-

 

New York (Rûdaw) – Nûnera kantonên Rojavayê Kurdsitanê li Ewropa, Sînem Mihemed, ku niha li Amerîkayê ye, ragihand,  ew dê bi “rayedarên pilebilind” ên amerîkî re hevdîtin bike.

Ev çend roj in nûnera kantonên Rojava li Ewropayê Sînem Mihemed çûye Amerîkayê. Sînem Mihemed piştî hinek hevdîtinan ji Washingtonê derbasî New Yorkê bû.

Wê rayeara Rojavayê Kurdistanê li New Yorkê ji Rûdawê re eşkere kir ku dê bi rayedarên pilebilind ên amerîkî re hevdîtin bike lê agahiyên zêde li ser wan hevdîtinan neda.

Sînem Mihemed, li meydana Union Square a bajarê New Yorkê tevlî çalakiya “Roja Kobanî” jî bû û li wir daxuyaniyek da: “Gelê Kobanî tenê xwe naparêze lê tevahiya dinyayê li hember hovîtiya DAIŞê diparêze.”

Nûnera kantonên Rojava li Ewropayê anî ziman ku ew ji bo nûavakirina Kobanî li benda alîkariya her welat û aliyekî ne.

Li cihê çalakiya Roja Kobanî, komek xwendekarên ku tevlî çalakiyê bibûn, alên PYD û YPGê hildabûn û silogana “Bijî Azadiya Kobanî” avêtin.



New York - Sînem Mihemed di nav çalakiya Roja Kobanî de 


Li gorî agahiyên Rûdawê, Sînem Mihemed dê roja 9ê Mijdarê li Zanîngeha New Yorkê semînarekê li ser Rojavayê Kurdistanê bide.

Sînem Mihemed meha Adara îsal jî çûbû Amerîkayê û bi rayedarên amerîkî re hevdîtin kiribû.

Piştî hevdîtinê, rayedarekî Wezareta Derve ya Amerîkayê bi navê Tom Malînowskî li ser twîttera xwe wêneyeke xwe û Sînem Mihemed belav kiribû û gotibû, “jinên kurd li Rojhilata Navîn bûne faktoreke girîng…”



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst