Îtalya firotina SIM Kartan li koçberan qedexe dike

2 demjimêr berê
Hêmin Ebdullah
Jineke ku bi telefonê diaxive/Wêne: Arşîv
Jineke ku bi telefonê diaxive/Wêne: Arşîv
Nîşan Îtalya Koçber SIM Kart
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Li Îtalyayê di navbera hikûmet û partiyên mixalefetê de li ser SIM Kartan nîqaşeke germ derket.

Partiyên rastgir dixwazin koçber êdî nikaribin bêyî hebûna mafê rûniştinê SIM Kartan bikirin, partiyên çep jî dibêjin ev yek nemirovî ye.

Partiya Serokwezîra Îtalyayê Giorgio Meloniyê dixwaze bi yasayekê kirîna SIM Kartan li kesên ku mafê wan ên rûniştinê nîne qedexe bike.

Du parlamenterên Partiya Birayên Îtalyayê pêşnûmeyek amade kir.

Daxwaza wan ew e ku rê li ber koçberan were girtin ku SIM Kartan bikirin.

Li gorî gotina wan her du parlamenteran, SIM Kartan pirsgirêk derxistine û dikarin ji bo tawanan werin bikaranîn.

Lewma SIM Kartên Îtalyayê divê bi navê kesekî ku mafê wî yê rûniştinê ya Îtalyayê heye werin kirîn.

Li aliyê din, parlamenter dixwazin kesên SIM Kartan ji kesên din re dikirin jî ji 6 heta 12 mehan bi bikarneanînê werin cezakirin.

Piraniya partiyên Îtalî, bi taybetî jî çep, li dijî vê pêşniyarê ne.

Ew dibêjin ku divê koçber karibin pêwendiyê dayînin û bi kêmanî pêdivî bi SIM Kartekê heye ku belgeyên xwe bînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst