OPEC+ biryar da ku hilberîna neftê rojane 2 milyon bermîl kêm bike

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrên enerjiyê û petrolê yên Rêxistina Welatên Petrolê Hinarde Dikin (OPEC) û koma OPEC+ ku ji hin welatên berhemhênerên neftê pêk tê, biryar dan ku ji meha Mijdarê ve berhemanîna rojane ya neftê 2 milyon bermîl kêm bikin.

Li paytexta Awusturya, Viyanayê wezîrên enerjî û petrolê yên 13 welatên OPECê bi serokatiya Erebistana Siûdî û 10 welatên ne endamê OPECê yên berhemhênerên petrolê bi serokatiya Rûsyayê ji bo nirxandina şert û mercên bazarê û gotûbêjkirina miqdara hilberîna ji meha Mijdarê ve 33yemîn Civîna Wezîran hate kirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya OPECê de hat ragihandin ku hilberîna neftê ya rojane ji Mijdara 2022an pê ve 2 milyon bermîl hatiye kêmkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku biryarên di civîna 19emîn a OPECê û welatên derveyî OPECê de hatin girtin wê dewam bikin û hat gotin ku civîna wezîran a OPEC+ wek beriya Covid-19ê wê 6 mehan carekê were kirin.

Hat destnîşankirin ku civîna bê ya ku dê wezîrên enerjî û petrolê yên welatên OPEC û yên derveyî OPECê beşdar bibin dê di 4ê Berfanbarê de bê lidarxistin.

Di civîna berê de, welatên grûpa OPEC+ biryar dabûn ku hilberîna neftê di meha Cotmehê de rojane 100 hezar bermîl were kêmkirin.