Ajansa Koçberan a NY Angela Merkel xelat kir

05-10-2022
RÛDAW
Nîşan Angela Merkel UNHCR Xelata Nansen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Koçberan a rêxistina Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), ji ber hewldanên wê yên ji bo parastina jiyana koçber û penaberan di serdema 16 salên desthilata xwe de, xelata Nansen a taybet bi koçberan pêşkêşî şêwirmenda berê ya Almanyayê Angela Merkel kir.

Komîteya hilbijartina berbijêran a Ajansa Koçberan a rêxistina Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) duh Sêşembê 4ê Cotmeha 2022an amaje bi “serkirdayetî, wêrekî û dilsoziya” Angela Merkel kir dema ku di navbera salên 2015-2016 de Almanyayê deriyên xwe li ser koçberên Sûrî vekir.

Almanyayê di dema serkirdayetiya Merkel de 1.2 milyon koçberên Sûrî wergirt.

Berpirsê UNHCR, Filippo Grandî di daxuyaniyekê de pesnê pabendbûna Angela Merkel bi parastina koçber û penaberan û berevaniya li mafên mirovan, prensîpên mirovî û qanûna navdewletî kir.

Filippo Grandî herwiha diyar kir, “bi rêya alîkarîkirina zêdetir ji milyonek penaxwazan, ji bo ku rizgar bibin û jiyaneke nû ji xwe re ava bikin, Merkel wêrekiya siyasî û moralekî bilind nîşan da.”

Grandî destnîşan kir, “Ew serkirdayetiyeke rasteqîn bû, piştevaniya mirovayetî ya me ya hevbeş kir, bi awayekî bihêz li dijî wan kesan rawestiya ku tirs û cudayî belav dikirin. (Merkel) nîşan da ku mirov dikare çi bike dema ku siyasetvan rêya dirist bi kar tînin û ji bo çareserkirina astengiyên cîhanê hewl didin, dêvla ku berpirsyariyê bixin stuyê kesên din.”

Xelata Nansen xelatekî salane ye û ji bo wan kesan tê pêşkêşkirin ku di warê mafên mirovan de xizmeta koçber û penaberan kirine. Bo yekemîn car ew xelat di sala 1954an de bo bîranîna Fridtjof Nansen gerîdeyê Norwêjî hat dayîn.

Roja 10 Cotmeha 2022 li Cinêvê dê ev xelat ji bo Angela Merkel were pêşkêşkirin.

Angela Merkel, ji sala 2005 heta 2021 bo dema 16 salan Şêwirmenda Almanyayê bû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst