Putin: Em piştgiriya Harrisê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand ku ew dê di hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê de piştgiriyê bidin namzeda Partiya Demokrat Kamala Harrisê.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di Foruma Aborî ya Rojhilat de ku li bajarê Vladivostoka Rûsyayê bi rê ve diçe axivî.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li ser hilbijartinên Amerîkayê got:

“Serok Biden xwesteka me bû ku bibe serokê Amerîkayê lê niha ew ji pêşbirka serokatiyê dûr ketiye û ji alîgirên xwe xwest ku piştgiriyê bidin Harrisê.

Ev plana me ye û em piştgiriyê didin.”

Kamala Harris di hilbijartinên serokatiyê yên 5ê Çiriya Paşînê de li hemberî namzedê Partiya Komarî Donald Trump derdikeve pêş.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li ser sedema piştgiriya Harrisê anî ziman:

“Trump hejmarek ceza bi ser Rûsyayê de sepandin ku ti serokên berê yên Amerîkayê nekiribû.

Heger Harris bi ser bikeve, dibe ku ew karên wiha rawestîne.”

Ji 2016an heta 2020an Donald Trump Serokê Amerîkayê bû.

Di wê demê de, Trump gelek ceza bi ser kompanya û kesên ku nêzî Putin têne hesibandin de sepandin.

Li gorî anketan, Harris dê ji sedî 48 û Trump jî ji sedî 45ê dengan bi dest bixe.