Li Almanyayê êrişa çekdarî: Kesek ji aliyê polîsan ve hat kuştin

21 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Almanya Munîh Êrişa Çekdarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Munîhê yê Almanyayê polîsan li nêzîkî Konsulxaneya Îsraîlê gule li kesekî çekdar reşandin.

Polîsê Munîhê di daxuyaniyekê de diyar kir ku polîsan gule li kesekî gumanbar reşandine lê agahiyên berfireh nedan.

Hat diyarkirin ku gumanbar di pevçûna çekdarî de hatiye kuştin.

Cihê bûyerê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin û lêpirsîn hat destpêkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê eyaleta Bavyerayê Joachim Herrmann da zanîn ku êrişkar hatiye kuştin.

Hat diyarkirin ku kesekê ku çeka lûledirêj di destan de bû li deverê hatiye dîtin û li ser vê yekê 5 polîsan bi çekên xwe gule lê reşandine.

Polîsan derdora Karolinenplatzê ya nêzîkî navenda bajêr dorpêç kir.

Li gorî nûçeyên herêmî, piştî pevçûnê, polîsan biryar da ku ewlehiya sînagoga sereke ya Munîhê zêde bike.

Konsulê Îsraîlê Talya Lador spasiya polîsan kir û got, ev bûyer nîşan dide ku “zêdebûna antîsemîtîzmê çi qasî xeternak e.”

Herrmann da zanîn ku eşkere ye bûyer bi Amerikahausê ve girêdayî ye lê ev yek nehatiye piştrastkirin.

Amerikahaus pêşangeh û bernameyan li ser têkiliyên bi Amerîkayê re organîze dike.

Wezîra Karên Navxwe ya Almanyayê Nancy Faeserê jî got ku parastina saziyên cihûyan û Îsraîlê karê sereke ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Dema hewl tê dayîn ku koçber bên rizgarkirin / Wêne: Ji ber dîmenan

Li Deryaya Spî 21 koçber winda bûn

Gelek caran ji ber ku gelek koçber li kelek, belem an keştiyeke biçûk tên siwarkirin hêviyên wan nîvco dimînin û termên wan di deryayan de dibin para ajelên deryayî û lawiran