Li Deryaya Spî 21 koçber winda bûn

Duh li 07:43
Nîşan Îtalya Kelek Koçber Winda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Deryaya Spî kelekeke koçberên neyasayî bin av bû, 21 koçberên tê de winda ne.

Ajansa ANSAyê ya Îtalyayê ragihand ku bi tevahî 28 koçber di wê kelekê de bûne.

Li gorî daxuyaniyê 7 koçberên Sûriyeyî hatine rizgarkirin lê 21 koçber winda ne.

Hat ragihandin ku di nav windayan de 3 zarok jî hene û koçberên rizgarbûyî birine Girava Lampedusayê.

Hat diyarkirin ku wê kelekê 1ê Îlonê ji Libyayê daye rê.

Divê were îfadekirin ku li gorî amarên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM), ji serê salê heta 3yê Îlonê 1047 koçber hatine rizgarkirin.

Wezareta Karên Navxwe ya Îtalyayê jî destnîşan kir ku ji sersalê heta 4ê Îlonê 43 hezar û 61 koçberên neyasayî bi rêya deryayê gihiştina Îtalyayê.

Ev hejmar sala par 115 hezar û 177 bû.

Amarên Wezaretê amaje pê didin ku hatine koçberan li gorî heman dema par ji sedî 60 kêm bûye.

Gelek kesên ku destên xwe ji welatê xwe dişon bi hêviya jiyaneke çêtir berê xwe didin Ewropayê.

Piraniya wan rêya Îtalya, Malta, Libya û Tûnisê didin ber xwe ku rêyeke bê eman e.

Gelek caran ji ber ku gelek koçber li kelek, belem an keştiyeke biçûk tên siwarkirin hêviyên wan nîvco dimînin û termên wan di deryayan de dibin para ajelên deryayî û lawiran.

Dîsa “bêavî, bêhewayî û bihejrîketin” hinek sedemên din ên nîvcomayîna xeyalên koçberan in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst