Amerîkayê ji bo Kerkûkê bangî Îraqê kir

05-09-2023
RÛDAW
Nîşan Amerîka Kerkûk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji bo jinavbirina nakokiyên di navbera pêkhateyên Kerkûkê de daxwaza cîbicîkirina madeya 140 a destûra Îraqê kir.

Alîkarê Berdevkê Wezareta Derve Karên ya Amerîkayê Vedant Patel li Washingtonê di civîneke çapemeniyê de li ser Kerkûkê bersiva pirsên nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde da.

Patel tekez ku ew aloziya li Kerkûkê ji nêzîk ve dişopînin û got:

“Em wê tundiyê şermezar dikin. Em ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest daye re sersaxiyê dixwazin.”

Herwiha Patel bangî Îraqê kir û got, “Em bang li hemû aliyan dikin ku bi diyalogê û bi cîbicîkirina madeya 140 a Destûra Iraqê pirsgirêkan çareser bikin.

Patel bersiva pirsa kirîza bûdceyê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî da û diyar kir ku ew ji bo çareseriyê bi muxatabên xwe yên li Bexda û Hewlêrê re di nava danûstandinê de ne.

Ji ber ku rêya Hewlêr-Kerkûkê ji aliyê Heşda Şeibî ve ji trafîkê re hatibû gitin, Kurdên Kerkûkê 2yê Îlonê li dijî vê kiryarê xwepêşandek li dar xist.

Hêzên ewlehiyê yên Îraqê gul li xwepêşanderan reşandibûn û di encamê de 4 Kurd şehîd ketibûn.

Li aliyê din, her çendî yasaya bûdceyê ya Îraqê di rojnameya fermî de hatibû belavkirin jî, hikûmeta Bexdayê pişka bûdceya Herêma Kurdistanê qut dike.

Li Îraqê mûçeyên fermanberan ên meha Tebaxê hatin dayîn, lê fermanerên Herêma Kurdistanê hêj mûçeyên xwe yên meha Tîrmehê wernegirtine.

Bi vê armancê doh ji Hewlêrê şandeyek çûbû Bexdayê û li wir daxuyaniyeke da çapemeniyê.

Şandeyê hikûmeta Îraqê bi “şopandina siyaseta birçîkirina xelkê Herêma Kurdistanê” tohmetbar kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst