Hunermenda Kurd li Swêdê tevlî siyasetê dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda Kurd Tara Resûl a ji Silêmaniyê, namzetiya xwe ya ji bo Encûmena Parêzgeha Stockholmê ragihand. Resûl ji Kurdên li Swêdê xwest ku dengê xwe bidin wê.

Tara Resûl a li Silêmaniyê ji dayik bûye, ragihand ku ew dê ji bo Encûmena Şaredariya Stockholmê ku di lîsteya Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê de cih digire, bibe namzet.

Stranbêj Tara Resûl ji Rûdawê re ragihand ku li ser daxwaza Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê, ji bo Encûmena Parêzgeha Stockholmê bûye berbijêr.

Ji bo hilbijartinên giştî û yên herêmî yên 11ê Îlonê li Swêdê, kampanyayan dest pê kirin.

Berbijarê Partiya Sosyal Demokrat Resûl ji Kurdên li Swêdê dijîn xwest ku dengê xwe bidin wê.

Resûl wiha got: “Min duh namzetiya xwe ragihand û kurdên li Stockholmê dijîn bi germî pêşwaziya namzediya min kirin û gotin ku dê dengê xwe bidin min.”

Tara Resûl di sala 1975an de li Silêmaniyê ji dayîk bûye, di sala 1991ê de dest bi stranbêjiyê kiriye. Hunermendê ku di sala 1997an de koçî Sûriyê kir, piştre li Swêdê bi cih bû.

Resûl ji sala 2006ê ve endamê Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê ye û li Swêdê lîsansa muzîka gelêrî wergirtiye.