Boris Johnson xatir xwest

Hewlêr (Rûdaw) - Boris Johnson piştî sê sal û meheke di posta serokwezîriya Brîtanyayê de xatir xwest.

Îro encamên hilbijartina Serokê Partiya parêzgarên Brîtanyayê tên eşkerekirin ku serokê wê  partiyê dibe serokwezîrê wî welatî û Boris Johnson jî li ser postê xwe namîne û xatir dixwaze.

Johnson serokwezîrek bû ku bi reftarên xwe yên ecêb û balkêş bibû mijar û daxwaza medyaya cîhanê.

Wî di derketina Brîtanyayê ya ji Yekitiya Ewropayê de de roleke sereke lîst û bû serokwezîrê Brîtanyayê.

Serokwezîrê Berê yê Brîtanyayê Boris Johnson gotibû, “Çima em bi salan in 10 milyar dolaran didin Ewropayê ku hinek ji wê Îspanya li lîstikên ga xerc dike. Bi nêrîna we wiha ye welatiyek Brîtanî bo vê yekê piştgiriya lîstikên gayan yên Îspanî bike? Bi piştrastî na.”

Johnson di dema berpirsiya xwe de rûbirûyî çendîn astengan bû, yek ji wan jî virûsa Coronayê bû ku bû sedema mirina 180 hezar kesan li wî welatî.

Bandorên derûnî û aborî yên Coronayê hevdem bûn ligel dizîna çend wêneyên Johson di ahenga jidayikbûnê de û her wiha mazûvaniya çend berpirsan di sala 2020an ku deng vedaye û rûbirûyî gelek rexneyan bû.

Ji ber wan rexneyên ku li Boris Johnson dihatin kirin, meha derbasbûyî kêmtir ji 24 demjimêran, zêdetir ji 40 wezîr û alîkaran dest ji kar berdan ku ev hejmareke rekor e di dîroka vî welatî de.

Serokwezîrê Berê yê Brîtanyayê Borîs Johnson di dema xatirxwestinê de anî ziman, “Di dawiyê de dixwazim spasiya birêz serokê encûmena nûneran bikim, spasiya karmendên ciwan û ezîz ên encûmena nûneran dikim, spasiya hevrê û hevkarên xwe dikim. Spasiya hevrêyên xwe yên opozîyon ên rastgir birêz serokê encûmena nûneran dikim. Spasiya hemû kesan dikim li vir, bi xatirê te ezîzê min spas bo te.”

Li gor amarên Banka Englandê di dema desthilata Borîs Johnson de enflasyon gihiştiye ji sedî 10 û nirxê enerjiyê bo bikaranîna rojane di nav malan de ji sedî 80 zêde dibe. Hawirde û hinarde ji sedî 15 kêm dibe.

Malpera Yugov bo rapirsiyan eşkere kiriye ji sedî 20 Brîtaniyan di wê bawerê de bûn ku Johnson serokwezîrekî baş bû, di demekê de ji sedî 55ê xelkê di wê bawerê de ne ku xirab û lawaz bû.