Ji Lûtkeya NATO hemberî DAIŞê biryara hevpar derket

 

Hewlêr (Rûdaw) – Endamên Rêxistina Atlantîkê Bakur (NATO)ê biryar dan, di kordîneya piştevaniya ewlehiyê de alîkarî hev bibin.

 

Civîna NATOyê li bajarê Newportê Gallerê bi beşdarbûna serokomar û serokwezîrên 28 welatên endam pêk hat. Piştî civînê daxuyanî hate belavkirin hate destnîşankirin ku, DAIŞ bo gelên Sûriyeyê û Iraqê û her wiha bo endamên NATOyê xeter û êrişên DAIŞê yên ser gelê sivîl bi awayekî tund hatin şermezarkirin.

 

Di encamnameyê de hate destnîşan kirin ku, dema yek endamê rêxistinê têkeve xeteriyê dê helwest bê girtin. Her wiha hate ragihandin ku, xetera DAIŞê ya ser Iraqê belav dibe û divê çareseriyeke siyasî di encama avabûna hikûmeta nû bê sazkirin.

 

Hate ragihandin, hemû endamên NATOyê bo piştevaniya Iraqê li hev hatine û ger hikûmeta Iraqê ji NATOyê bixwaze de piştgirî bê dayîn.

 

Her wiha endamên NATOyê biryar dan ku, dema şervanên biyanî vegeriyan dê hemû endam bên agahdarkirin.