Lufthansayê seferên Hewlêrê rawestandin: Tirs heye!

05-08-2024
Nîşan Lufthansa Almanya Seferên Asmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Lufthansayê ji ber tirs û endîşeyên ewlehiyê seferên balafirên ku diçin Hewlêr, Bexda û Tehranê rawestandin.

Lufthansaya ku şirketeke hewayî ya Almanyayê ye di daxuyaniya xwe de got:

“Ji ber endîşeyên ewlehiyê seferên Hewlêr û Emanê heta 7ê Tebaxê, seferên Tel Evîv, Tehran û Beyrûtê jî heta 12ê Tebaxê hatin rawestandin.”

Lufthansayê berê jî seferên ber bi Beyrût û Tel Evîvê ve sekinandibûn.

Lufthansayê berê diyar kiribû ku dê balafirên wan heta 8ê Tebaxê neçin Tel Evîvê lê paşê jî diyar kiribû ku dê heta 12ê Tebaxê sefer nebin.

Piştî aloziyên li Rojhilata Navîn hinek şirketên Amerîka, Holenda, Hindistan, Brîtanya, Almanya, Swîsre, Îtalya, Yunanistan, Fransa û Polonyayê seferên balafirên ku diçin Libnan û Îsraîlê rawestandibûn.

Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye jî 31ê Tîrmehê li Tehranê hat kuştin.

Piştî vê yekê li Rojhilata Navîn alozî û metirsiya şer zêde bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst