Rapora Amerîkayê: Hêzên Hevpeymanan û HSD bi hev re operasyonan dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Rapora Çavdêriya Giştî ya demsalî ya li ser erkên Hêzên Hevpeymanan pêşkêşî Kongreya Amerîkayê kir.

Di raporê de hate diyarkirin ku li parêzgeha Hesekê û çend deverên Dêrezorê, HSD û Hêzên Hevpeymanan bi hev re operasyonan dikin.

Rapora Çavdêriya Giştî, karûbarên Hêzên Hevpeymanan ên li Başûrê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, Îraq û Sûriyeyê li xwe digire.

Di raporê de hat gotin ku Hêzên Hevpeymanan dê operasyonên xwe yên bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Artêşa Sûriyeya Azad re bidomîne.

Di Rapora Çavdêriya Giştî de hatiye gotin ku HSD piraniya rûberên parêzgehên Dêrezorê û Reqayê yên li Sûriyeyê û Hesekêya Rojavayê Kurdistanê kontrol dike.

Herwiha raporê da zanîn ku çend cihên parêzgeha Helebê jî di destê HSDyê de ne. 

Li derdora baregeha leşkerî ya Tenifê ya nêzîkî sînorê Îraq û Urdunê jî Çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad hene. 

Hêzên Hevpeymanan alîkariya HSDyê dikin

Li gorî raporê, Hêzên Hevpeymanan li parêzgehên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê alîkariya HSDyê dikin. 

Ew, li başûrrojhilatê Sûriyeyê, li nêzîkî baregeha leşkerî ya Tenifê bi Artêşa Sûriyeya Azad re dixebitin.

Herwiha bi hêzên Rûsyayî û komên çekdar ên nêzîkî Îranê re jî rastî hev tên.

Rapor li ser hêzên nêzîkî Tirkiyeyê jî dibêje, grûpên çekdar ên nêzîkî Tirkiyeyê, beşeke bakurê Sûriyeyê kontrol kirine ku ji herêma Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê pêk tê.

Li gorî raporê, Tirkiye car caran bi hinceta ku nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye, operasyonan li dijî HSDyê dike.

HSD û Hêzên Hevpeymanan operasyonên hevbeş dikin

Raporê, li ser hevahengî û hevkariya Hêzên Hevpeymanan a bi HSDyê re got, HSD û Hêzên Hevpeymanan li parêzgeha Hesekê û çend deverên Dêrezorê operasyonên hevbeş dikin.

Herwiha li Reqayê jî Hêzên Hevpeymanan li dijî DAIŞê piştgiriyê didin operasyonên HSDyê.