Erdogan û Putin îro li Soçî dicivin: Operasyona ser Rojava mijareke civînê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladmir Putin îro li bajarê Soçiyê yê Rûsyayê dicivin û tê pêşbînîkirin ku rewşa Sûriyê û operasyona muhtemel a Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê ji mijarên sereke yên civîna herdu aliyan bin.

Di civîna li Soçiyê de mijarên girêdayî şerê Ukraynayê û bi taybet rêkeftina wê dawiyê ya di navbera Ukrayna-Rûsyayê de ji bo hinardekirina genimê Ukrayanyê jî tên gotûbêjkirin.

Tirkiye yek ji wan welatan e ku ji destpêka şerê Rûsyayê li dijî Ukrayanyê, têkiliyên xwe bi her du welatan re bi awayekî hevseng dimeşîne, herwiha ceza bi ser Moskowê de nesepandine û girêdayî cezayên Amerîkayê jî nebûye.

Erdogan dibe yekemîn serokê welatekî endamê NATOyê, ku ji destpêka şerê Ukraynayê ve serdana Rûsyayê dike.

Li gor zanyariyan, Erdogan dê hewl bide li Soçiyê Putin li ser operasyoneke nû ya Tirkiyê li dijî Kurdan di nav axa Sûriyê de razî bike.

Erdogan û Putin beriya zêdetir ji du heftiyan di lûtkeya Tehranê de civiyabûn.

Tirkiyê di lûtkeya Tehranê de nekarîbû Rûsya û Îranê li ser birêvebirina operasyoneke serbazî li bakurê Sûriyê razî bike.

Tirkiye ev demek dirêj e dixwaze operasyonek serbazî, li ser deverên ku hebûna serbazî ya Rûsyayê tê de, li Sûriyê birêve bibe.

Li gorî şarezayan li ser vê babetê Rûsya, dê dîsa rêya diyaloga bi Şamê re nîşanî Enqerê bide.