Wezîrê Pêşmerge li Washingtonê: Em dê bi alîkariya Amerîkayê çend çaksaziyan bikin

05-08-2022
RÛDAW
Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl
Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl
Nîşan Hêza Pêşmerge Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê ku ji bo serdanan li Washington a Amerîkayê ye ragihand, şerê li dijî DAIŞê hîn bi dawî nebûye û bi alîkariya Amerîkayê û welatên din dê di Wezareta Pêşmerge de çend çaksaziyan bikin.

Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl di çarçoveya serdana xwe de, di merasîmekê de bi Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê Beyan Samî Ebdulrehman, Cîgira Wezîrê Berevaniyê Dina Strawler û hejmarek efseran re ragihand, “Me bi hev re hevkariyeke stratejîk bi Amerîkayê re heye, Hêza Pêşmerge, artêşa Iraqê, Amerîka û heypeymanan bi hev re DAIŞ têk birin û xîlafeta wê xilas kirin. Em wek Wezareta Pêşmerge berdewam giringiya vê peywendiyê dibînin me DAIŞ têk bir û xîlafeta wê xilas kir. Em weke Wezareta Pêşmerge girîngiyê didine vê peywendiyê.”

Tevî şikestina DAIŞê û rûxandina xîlafeta wê, liv û tevgera çekdarên DAIŞê li hinek navçeyên Başûrê Kurdistanê ji ber çêbûna valahiyên ewlehiyê tê dîtin. Şoriş Îsmaîl anî ziman, “Şerê li dijî DAIŞê hîn bi dawî nebûye û bi alîkariya şêwirmendên Amerîka û hevpeymanan em dikarin li hember wan şanên ku dixwazin vegerin û careke din kiryarên terorîstî pêk bînin bisekinin.”

Şanda Wezareta Pêşmerge dê bi berpirsên Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê, Wezareta Derve, endamên Kongresê û Koşka Spî re bicive. Şoriş Îsmaîl got, “Li vir li Washingtonê, me çend hevdîtinên baş pêk anîn, bi taybetî ligel birêz Dina Strawler û tîma wê ya li Pentagonê. Me bi endamên Kongresê re jî hevdîtin kir û em plan dikin ku sibe bi Koşka Spî û Wezareta Derve re bicivin.”

Di civînan de çaksaziyên di Wezareta Pêşmerge de mijareke sereke bû, Şoriş Îsmaîl li ser çaksaziyan anî ziman, ‘’Bi alîkariya şêwirmendên Amerîka û welatên din em dê çend çaksaziyan di Wezareta Pêşmerge de bikin.”

Michael Barbero: Li ser Herêma Kurdistanê pirsgirêkên me bi Tirkiyê re hene

Generalê xanenişîn ê Amerîkî Michael Barbero di merasîmê de bersiva pirsên Rûdawê da û got, “Pêwendiya di navbera artêşa Amerîka û Pêşmerge de bihêz e.”

Barbero li ser bombebaran û operasyonên Tirkiyê anî ziman, “Washington dixwaze bi hesasiyet bi Tirkiyê re tevbigere, ji ber ku ew endamê NATOyê ye, her çend ji sala 2003an ve li ser Herêma Kurdistanê pirsgirêkên me bi wan re hene lê em hêvîdar in ku Tirkiye pêwendiyên xwe bi Kurdan û tevahiya Iraqê re jî xurt bike.”

Michael Barbero li ser mayîna hêzên Amerîkî li Iraqê got, “Ez dixwazim ku Amerîka li wir bimîne û ez ji sala 2003an ve vê yekê dibêjim. Bi baweriya min ev biryareke baş e ji bo gelê Iraqê û hikûmeta Washingtonê lê divê serkirdeyên Iraqî berî her tiştî hikûmetê ava bikin. Ew di berjewendiya hemû Iraqiyan de ye, ne aliyekî diyarkirî, ji ber ku dema ew li paşeroja pêwendiyên Amerîka û Iraqê û kêşeyên ewlehiyê yên li navçeyê dinêrin, bêguman dixwazin Amerîka bimîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst