Pakistan sînorê xwe ligel Efxanistanê tundtir dike

Hewlêr (Rûdaw) - Ligel berdewambûna şerê li Efxanistanê yê di navbera Talîban û hêzên hikûmeta wî welatî de, li aliyê din ê sînor, li Pakistanê hikûmeta wî welatî, ji bo parastina sînorên xwe dîwarekî mezin ji têlên stirî, li seranserî sînorê xwe yê bi Efxanistanê re ava dike.

Berpirsên Pakistanê dibêjin ku bi avakirina wî dîwarî, ew hewl didin rê li pêşiya êrîşan bigrin daku şer derbasî nava axa wan ne be.

Kolonel Ehmed Ferîd, fermandarekî artêşa Pakistanê dibêje, “Navçeya Cografî ya berdest ji bo avakirina dîwar, 2 hezar û 280 kîlometr e, ji sînorê giştî ku dirêjahiya wî du hezar û 640 kîlometrin. Ji sedî 90 jê hatiye temamkirin, beşê mayî dê dawiya vê Havînê temam bibe.”

Ji ber êrîşên çekdarî yên Talîban û grûpên din ên Îslamî bo ser xalên leşkerî yên Pakistanê li ser sînor, di 2017an de Pakistanê bi dirêjahiya 2 hezar û 611 kîlometran dîwarek li ser sînorê xwe yê li gel Efxanistanê ava kir.

Ev dîwar ji du qatan pêk tê, 4 metran bilind e û li seranserî wê kamêreyên çavdêriyê hatine danîn.

Kolonel Rizwan Ullah Nezîr, Fermandarekî din ê artêşa Pakistanê ragihandiye, “Em dikarin her kesê ku derbasî Pakistanê bibe, bişopînin. Bûyerên vê dawiyê ji ber hinek şaneyên razayî û kesên gendelkar bûn ku tevî civakê bibûn, ez tekez dikim ku niha ti liv û tevgera terorîstan nemaye li ser sînor.”

Piştî ku Amerîka û welatên NATOyê di Gulana îsal de dest bi vekişandina hêzên xwe ji Efxanistanê kirin, Talîbanê êrîşên xwe li ser navçeyên di bin destê hêzên hikûmetê de berfirehtir kirin.

Tevgera Talibanê îddia dike ku heta niha derdora %85 ji xaka Efxanistanê kontrol kiriye, lê belê hikûmeta Efxanistanê wê yekê red dike û tevî wê jî, hêj ti navendeke parêzgehan û bajarên mezin ên wî welatî neketine bin kontrola Talîbanê.

Lê belê Talîbanê hejmarek deriyên sînorî yên li gel Tacîkistan, Tirkmanistan, Îran û Pakistanê ji dest hêzên hikûmeta Efxanistanê derxistine û xistine di bin kontrola xwe de.